Qaymeqamê Şingalê: Divê hêzên ne Iraqî ji Şingalê vekişin

03-05-2022
RÛDAW
Nîşan Qeymeqamê Şingalê Nayîf Seydo Şingal YBŞ PKK Artêşa Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Şingalê Nayîf Seydo ragihand ku îro rewş li Şingalê û Sinûnê aram bûye û daxwaz ji hêzên PKKê dike ku ji sînorê Şingalê vekişin. Herwiha Seydo got  "Berê DAIŞê hebû, lê niha ne wisa ye. Ji bo ku ziyan negihe êzîdiyan, em daxwaz ji wan dikin ku sînor derbas bikin û li bajaran nemînin."

Îro Sêşemê (03.05.2022) qaymeqamê Şingalê bi wekalet Nayîf Seydo ku di heman demê de Birêveberê nehya Sinûnê yê di derbarê şerê li Şingalê de ji Rûdawê re axivî û got "Rewşa îro roja Sêşemê baştir e. Hîn jî ti şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de derneketine. Lê mixabin di şerê duh de hejmarek ji her du aliyan hatin kuştin, leşkerekî artêşa Iraqê û 2 endamên YBŞê."

Nayîf Seydo got “Duh Artêşa Iraqê ji bo vekirina rêyên navbera Sinûnê û derdora wê deverêndin ên Şingalê gihşîtin Sinûnê, komelgeha Dûgrê û ew derdora ku şer lê derketibûn ku di encamê de dibistanekî rûxiyabû. Hêzên Iraqê li herêmên xwe man û ji me re gotin ku ew hatine da ku ewlehiya herêmê vegerînin û komên çekdar ji holê rakin.”

Herwiha qeymeqamê Şingalê got “Rast e berê hêzên PKK ji bo şerê bi DAIŞê re hatine Şingalê û qurbanî dane, belê niha DAIŞ nemaye û ti behaneyek nîne, ji ber vê yekê em daxwazê ji wan dikin ku derkevin derve û di nav mal û cihên akincîbûnê de veneşêrin û ewan deveran nexin navendên xwe û jiyana hevwelatîyan nexin xeterê.”

Nayîf Seydo bang li hemû hêzên ne Iraqî kir ku ji Şengalê derkevin û nebin metirsiyeke mezin li ser herêma Êzîdî.

Qaymeqamê Şingalê îro Duşemê di daxuyaniyekê de got: "Amarên me yên rast nînin, lê zêdetirî 600 malbat koçber bûne."

Ji pêr 1ê Gulanê ve bo dema du rojan li sînorê qezaya Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê YBŞ û artêşa Iraqê de şer derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî artêşa Iraqê hate kuştin ku li gor medyaya fermî ya Iraqê bavê 16 zarokan bûye. Herwiha şervanekî YBŞê jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst