Pêşmerge hişyarî da: PKK ji Rojavayê Kurdistanê ve hêz dişîne Şingalê

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Hêza Pêşmerge li Şingalê dibêje, PKKê dest bi veguehstina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê ve bo Şingalê kiriye û hişyarî da ku rewşa Şingalê aloztir bibe.

Berpirsê Operasyonên Hêza Pêşmerge li Şingalê, Eqîd Luqman Gelî Îbrahîm di derbarê aloziyên li Şingalê û pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û hêzên YBŞê de, ji Rûdawê re ragihand, “Zanyariyên rast û bi belge hene ku hêzên PKKê dest bi şandina yekîneyên xwe yên 5 gerîlayî, 10 gerîlayî heya asta 20 gerîlayan kirine, çend yekîne ji navçeyên Behrê û Holê li parêzgeha Hesekê ve bo navçeya Qeraça Kolk û ji wir jî bo Xanesûr û Şingalê dişîne.”

Luqman Gelî Îbrahîm got, “Tê çaverêkirin PKK li vê navçeyê şer derxîne û rewşê xirabtir bike.”

Li gor wî fermnadarê Pêşmerge, duh “Artêşa Iraqê komelgeha Dugirê kontrol kirin û dibistanek jî bi balafirê hate bordûmankirin, herwiha hêj jî hêzên Iraqê li derdora nahyeya Sinûnê mane û  nevekişyane. Li aliyekî din, hêzên YBŞ jî hêj li nav nahyeya Sinûnê mane.”

Wî berpirsê Hêza Pêşmerge li Şingalê hişyarî da, “eger hêzên nêzîkî PKKê ji Şingalê û derdora wê venekişin, dê rewşa Şingalê aloztir bibe û dê careke din civaka Kurdên Êzdî rastî pirsgirêkan were.”

Heya niha PKKê û hêzên nêzîkî wê di derbarê şandina hêzê ji Rojavayê Kurdistanê ve bo Şingalê bi fermî tiştek negotine.

Di 2 rojên derbasbûyî de, di navbera Artêşa Iraqê û hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê YBŞê de şer û pevçûn derketine û herdu aliyan di şer de çekên giran bi kar anîne.

Di şer de serbazekî Artêşa Iraqê hate kuştin ku li gor medyaya fermî ya Iraqê bavê 16 zarokan bûye.