Xelkê Sûra Amedê ji qerebûya hikûmetê nerazî ye

Amed (Rûdaw) - Wezareta Bajêrvaniyê ya Tirkiyeyê, li taxên Lalebey û Alîpaşaya Sûrê ya Amedê, piştî 5 salan 28 xaniyên ku nû çêkirine û temam kirine radestê malbatan kir.

Xaniyên xelkê ji 380 hezar lîreyan heta 800 hezar lîreyan bo xelkê tê vegerandin. Xelk hem ji buha û hem ji mîmariya van xaniyan nerazî ye. Lê wezaret dibêje wan bi buhayeke pir zêde van xaniyan lêkiriye û bi buhayekî erzantir daye xelkê û ev xanî li gorî mîmariya berê ya Sûrê ne.

Midûriyeta Bajêrvaniyê ya Amedê li taxên Lalebey û Alî Paşaya Sûrê di şûna xaniyên desteserkirî de xaniyên nû lê kir. Piştî pêvajoya 6 salan mifteya 28 malan radestê xwediyên wan dikin.

Mehmet Şah Ergîn jî yek ji wan zirarmendên Sûrê ye ku hatiye mifteya xaniyê xwe yê nû girtiye û ew jî cara yekemîn dê bi me re xaniyê xwe bibîne.

Di dema şerê nava bajêran ê Sûrê de herî kêm 25 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bibûn. Mehmet Şah Ergîn jî ku yek ji wan koçberan e, ji xaniyê nû nerazî ye.

Zirarmendê Sûrê Mehmet Şah Ergîn dibêje: “Wileh xaniyê me yê kevin ê Diyarbekirê xweştir bû. Di van dîrok tune ye. Xaniyê nû ye. Ne weke yê kevin e. Sibê dusibe dê hemû bê xwarê.”

Hinek ji meraqê, hinek ji bo wergirtina xaniyên xwe berê xwe dan nava xaniyên nû. Lê piraniya wan kesan hem ji ber buhabûnê û hem ji ber awayê çêkirina xaniyan bi bertek in.

Welayiyekî zirarmendê Sûrê jî got: “Xaniyê me bi 39 hezaran hesab kirine, yên xwe bi 835 hezar lîreyê hisab kirine. Û ji xwe re dibêjin mexdûr in. Kî mexdûr e ji bo xwedê hûn bibêjin. Bila dinya bibêje, ez nabêjim.”

Zirarmenda Sûrê Bîrsen Guldali jî got: “Xaniyê min tarîxî bû. Hewşa wê bazalt bû. Hewşa min, dîwarê min tev dîrokî bûn. Xaniyê min hesibandine 400 hezar lîreyî, yê nû jî 850 hesibandine. Ez ê ji ku bînim? Mehê du milyaran dixwazin. Xaniyê min çû ku derê, erseyê min çû ku derê? Ez ji ku bînim bidim. Wan pir zilmê li me kirin.”

Piştî ku şerê nava bajêran li Sûrê rawestiya, bi biryara Wezareta Bajêrvaniyê ya Tirkiyeyê, xaniyên li vê navçeyê bi riya peyman û girêbestan ji xwediyên wan hatibûn standin.

Soza wê yekê hatibû dayîn ku xaniyên li Sûrê li gorî mîmariya wê bê çêkirin û tu kesek neyê zirarmendkirin. Yek ji berpirsê vî karî derket pêşberî kamerayan û bersiva pirsên gilî, gazin û nerazîbûnan da.

 Midûrê Bajêrvaniyê yê Amedê Nurullah Bîlgî jî got: “Xebat û projeyên me yên mîmarî hemû di saziya parastinê re derbas kirin. Jixwe ger resen nebûya qebûl nedikirin. Hewşên wê, eywanên wê, her tiştên wê hene.”

Xebatên lêkirina xaniyên li Sûrê ji sala 2016'an ve berdewam dikin. Heta niha li taxên Dabanoglu û Ozdemîrê 155 û li Lalebey û Alî Paşayê jî 28 xanî radestê xwediyên wan hatine kirin. Çêkirina 506 xanî, 122 kargeh û 9 motelan jî li vê navçeyê hêj berdewam dike.