Li Sûriyê cara yekem pirtûkeke Cegerxwîn bi fermî tê çapkirin

03-05-2021
RÛDAW
Li Sûriyê cara yekem pirtûkeke Cegerxwîn bi fermî tê çapkirin
Li Sûriyê cara yekem pirtûkeke Cegerxwîn bi fermî tê çapkirin
Nîşan Cegerxwîn Îdrîs Mûrad Werger Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê razî dibe pirtûkeke helbestan a Cegerxwîn bê çapkirin

Cara yekem wezareta rewşenbîrî ya Sûriyê razî dibe ku pirtûkeke hlebestan ya Cegerxwîn were çapkirin.

Ew pirtûk ji aliyê wergerê Kurd Îdrîs Mûrad ji Kurd bo Erebî hatiye wergerandin.

Pirtûka helbestên Cegerxwîn ji 139 rûpelan û 29 helbestan pêk tê.

Berê jî car caran hin pirtûkên girêdayî Kurdan ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê ve hatibûn erêkirin, lê ev cara yekem ku helbestên Cegerxwîn li Sûriyê bi Erebî têne çapkirin.

Îdrîs Mûrad wergerê pritûka Cegerxwîn beşdarî bultena Rûdawê ya bo Rojava bû û behsa pêvajoya wergara pirtûkê kir.

Di derbarê çapkirina pirtûke ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê ve werger Îdrîs Mûrad dibêje “Wezareta Rewşenbîrî ya Sûriyê ji min xwest ku es berhemeke Kurdî wergerînim Erebî. Ez jî li ser vê yekê gelek fikirim ku ez kijan wergerinim. Ji bo wergerê min ji xeynî Cegerxwîn hêja tiştek din  nedît. Ji ber ku gelek karên Cegerxwîn di hindirê Sûriyê de hebûn û ji ber ku di nav Kurdan de gelek bi deng e, min xwest yên Cegerxwîn wergerînim.”

Îdrîs da zanîn ku di çapkirina pirtûkê de ti sansur nehatiye kirin ku ew jî ji vê yekê bawer nedikir.

Herwiha Îdrîs dibêje tiştê ku wî dixwest û bide xuyakirin rewşenbîrên Kurd ne kêmî rewşenbîrên cîhanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst