MÊRDÎN - Birûskê li du birayan da: Yek mîr û yek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Masertê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, du birayên hev dema pezê xwe diçêrandin birûsk li tenişta wan ket, yekî ji wan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û birayê din jî birîndar bû.

Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê birûskê li du birayan da. Ji herdu birayan yekî canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû.

Li bajarokê Masertê du birayên hev bi navên Remezan ê 19 salî û Azad Yilmaz ê 15 salî dema pezê xwe diçêrandin birûskê li wan da.

Remezan Yilmaz li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Azad jî birîndar bû. Azad bi ambûlansê bo nexweşxaneya bajarokê Qoserê hat veguhestin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di bûyerê de 133 pez jî jinav çûne.