Rêveberiya Xweser hewla vekirina deriyê Til Koçer dide

03-05-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ji ber girtîbûna deriyê Til Koçer, alîkariyên mirovî yên navdewletî nagihin Rojavayê Kurdistanê
Ji ber girtîbûna deriyê Til Koçer, alîkariyên mirovî yên navdewletî nagihin Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Til Koçer
A+ A-

Til Koçer (Rûdaw) – Ji ber ku deriyê sînorî yê Til Koçer ku niha di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, bi biryareke Encûmena Asayişa Navdewletî ji lîsta deriyên sînorî yên ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê hat derxistin, ti alîkariyên navdewletî nagihîjin Rojavayê Kurdistanê û rewşa mirovî li herêmê gihîştiye asteke metirsîdar. Lê bi nêzîkbûna bidawîhatina dema biryarê ku 6 meh in, Rêveberiya Xweser hewl dide ew deriyê sînorê careke din bo alîkariyên mirovî yên navdewletî were vekirin.

Deriyê Til Koçer ku deriyekî sînorî yê fermî û navdewletî yê di navbera Sûriyê û Iraqê de ye û niha di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, ji sala 2011 ve girtî ye, di sala 2014 de wek yek ji deriyên gihandina alîkariyên mirovî li Sûriyê ji aliyê NY ve hatibû desnîşankirin, lê di destpêka îsal de NY, deriyê Til Koçer bi deriyê Remsa re li başûrê Sûriyê, ji lîsta deriyên ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî hatibûn taybetkirin, derxist.

Bi biryara jimar 2504 ya Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî ku di 10 meha yekê ya îsal de hat standin, ji ber vetoya Rûsyayê, alîkariyên ku ji vir derbas dibûn, hatin rawestandin, lê heyama vê biryarê şeş meh in û bi nêzîkbûna bidawîhatina dema wê, careke din mijara gihandina alîkariyan di goşeyên NY de tê gotûbêjkirin.

Rêveberiya Xweser li ser asta dîplomasî hewl ji bo vekirina deriyê Til Koçer dide.

Berî çend rojan jî, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) bi rêya projebiryarekê ji Encûmena Asayişê xwestibû, alîkariyan bi rêya deriyê Til Koçber bişîne Rojavayê Kurdisanê, lê ji ber ku Rûsya helwesta xwe eşkere kiribû û gotibû, eger ew projeyasa bikeve dengdanê dê veto bike, lewma benda girêdayî Til Koçer ji projeyasayê hatibû avêtin.

Berpirsê Ofîsa Kar û Karûbarên Mirovî li Rojavayê Kurdistanê, Xalid Ibrahîm ji Rûdawê re ragihand: “Ev girêdayî muadeleya siyasî ye mixabin ne ya mirovî, wek tê zanîn, 12 kamp li rojhilatî Firatê hene û 5 li Şehbayê, hejmareke mezin ji penaberan hene, mezintirîn kamp jî kampa Holê ye, ji van re alîkarî lazime bi taybet ji ber koronayê, di bazara me de alavên pêwîst ji bo koronayê kêm in.”

Di serdema koronayê de ku bêhna xelkê di vê nexweşiyê de diçike, Rojavayê Kurdistanê, tenê xwedî 27 amûrên henaseya destkirde û pêwîstiya wê bi yên zêdetire.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) jî ku li naverasta bajarê Qamişlo ofîsa wê heye, tevî ku çend civîn bi Desteya Tendirustiyê re taybet ji bo korona encam da, lê heya niha alîkarî pêşkêş nekiriye.

Heyva Sor a Kurd jî 11 pirojeyên wê ji ber rawestandin alîkariyan rawestiyan.

Endamê Rêveberîtiya Heyva Sor a Kurd, Kemal Dirbas ji Rûdawê re dibêje: “Rêxistina Tendirustiya Cîhanî di rewşa korona de ti alîkariya me nekiriye, civînên me hene lê heya niha tiştek bi fermî radestî me nekirine, girtina deriyê Til Koçer bandora wê pir e, ji ber ku WHO û UNICEF di wir re alîkariya me dikirin, herwiha Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî jî, lê milê tendirustî ji sedî 70 bandor bû.”

Li gorî amarên nivîsîngeha kar û karûbarê rêxistinên mirovî ji sedî 70 rêjeya alîkariyan piştî girtina deriyê Til Koçer kêm bûne û ji sedî 40 kerta tenduristiyê ziyan dîtiye.

Ev jî di demekê de ye ku niha 400,000 koçber di nava kampên Rojavayê Kurdistanê de dijîn û pêwistiya wan bi alîkariyên lezgîn heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst