HSDê isyana girtiyên DAIŞê li Hesekê kontrol kir

Hewlêr (Rûdaw) – HSD ragihand, ku hêzên wan û hêzên ewlekariya navxwe yaxîtî û isyana çekdarên girtî yên DAIŞê li mezintirîn zindana wan girtiyan li bajarê Hesekê kontrol kirine.

Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di daxuyaniyekê de ku îmzeya berdevkê wê Kîno Gabriyel li ser e, da xuyakirin, ku piştî îsyana çekdarên girtî yên DAIŞê, hêzên taybet û Hêzên Dije Terorê yên ser bi Asayişa Rêveberiya Xweser ve destwerdan di rewşê de kirin.

HSD tekez dike, ku hêzên ewlekariyê bi temamî rewşa nav zindanê kontrol kirine û dawî li isyana girtiyên DAIŞê hatiye.

Di daxuyaniya xwe de HSD dibêje, ku bidawîhatina isyanê piştî danûstandina di navbera hêzên wan û Hevpeymaniya Navdewletî li aliyekê û nûnerên girtiyên isyankar de çê bûye.

HSD herwiha tekez dike, ku ji berpirsyariya Hevpeymaniya Navdewletî û civaka navdewletî ye, ku rêyeke çareseriyê ji bo pirsa girtiyên DAIŞê peyda bikin û ji bo zêdekirina tedbîrên ewlekariyê û baştirkirina rewşa zindanê, piştgiriyeke zêdetir bikin.

Hejmarek girtiyên DAIŞê ji nîve şeva bihorî ve li Zindana Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi isyanê kiribûn.

Peyamnêra Rûdawê pêştir ragihandibû, piştî isyanê hêzên ewlekariyê zindan dorpêç kirin û ji nîvê şeva bihorî ve balafirên Hevpeymaniya Navdewletî di ser zinadanê re difirin.

Nûçegihana Rûdawê herwiha diyar kiribû, îro hejmareke din ji girtiyên DAIŞê tevlî isyanê bûne, lewma ji demjimêr 2 paş nîvro ve tevgera balafirên Hevpeymaniyê di ser zindarê re zêde bû.

Derbarê sedemên vê isyanê de, li gor zanyariyên berdest, girtiyên DAIŞê dibêjin ku sozên ji bo wan hatibûn dayin, nehatine bicîkirin.