Qaymeqamê Şingalê daxwaza derxistina Heşda Şeibî û PKKê dike

03-05-2019
RÛDAW
Nîşan Şingal PKK Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Navçeya Şingalê Mehma Xelîl ji Serokwezîrê Iraqê daxwaz dike ku hêzên Heşda Şeibî û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji navçeyê derkevin, hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û artêşê were pêkanîn û asayişa navçeyê bigrin ser stûyê xwe.

 

Mehma Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawêre ragihand: “Me ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz kiriye ku hêzên PKKê ji navçeya Şingalê derbixe, ji ber ku ji xelk û rêxistinên mirovî re pirsgirêk derdixe û rê nade rêxistinên mirovî werin navçeyê, heta çend roj berê jî li hember karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî binpêkirin kirin.”

 

Xelîl diyar kir: “Divê xelkê Şingalê jî alîkar bin ku kêşeyên neyasayî bi awayekî yasayî û destûrî werin çareserkirin.”

 

Qaymeqamê Navçeya Şingalê Mehma Xelîl destnîşan kir: “Me daxwaz kiriye ku ji artêş û Pêşmerge hêzeke hevbeş were pêkanîn daku asayiş û seqamgîriya deverê li stûyê xwe bigrin, sînorên me ji aliyê artêş ve were parastin, hêzên Heşda Şeibî ji navçeyê werin derxistin û baregehên PKKê li vê deverê nemînin. Ji ber ku hêzeke 'neyasayî ye' û rê li ber proseya avakirinê digrin, nahêlin xelk vegere ser mal û milkê xwe, wesayîtên camreş bi kar tînin, ev hemû berevajî yasayên Iraqê ne.”

 

Meha derbasbûyî hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku hêzên "neyasayî" ji Şingalê derkevin.

 

Ev di demekê de ye ku roja sêşema derbasbûyî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi daxuyaniyekê diyar kir: “Roja yekşemê (28-04-2019) di dema pêşkêşkirina alîkariyan de bo xelkê Şingalê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Rêxistina Dêra Lêbraska ya Amerîkî, çekdarên PKKê çûne ser karmendên me û Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Şingalê girtine.”

 

Dezgehê herwiha eşkere kir: “Em ji raya giştî re radigihînin ku êdî nabe û em nikarin berdewam bibin di pêşkêşkirina alîkariyan de ji bo xelkê devera Şingalê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst