Nûnerê HUDA-PARê: Kurdistan û miletê Kurd yek perçe ye

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) yê li Hewlêrê Abdulsamed Yalçin ragihand ku Kurdistan û miletê Kurd her çendê bi sînorên sûnî (çêkirî) ji hev hatibe perçekirin jî, lê bi temamî yek perçe ye.


HUDA-PARê yekem ofîsa xwe ya dervey Tirkiye û Bakurê Kurdistanê,  li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê vekir û wekî nûnerê ofîsê jî Abdulsamed Yalçin hatiye destnîşan kirin. Yalçin beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê siyaseta partiya xwe de daxuyanî da.


“Kurdistan herêmeke girîng e”


Nûnerê HUDA-PARê yê li Hewlêrê Abdulsamed Yalçin li ser armaca vekirina ofîsa partiya xwe ya li Herêma Kurdistanê wiha got: “Her çend Kurdistan û miletê Kurd ji hev hatibe perçekirin, lê ew wekî qewm bi çanda xwe, bi ola û jiyana xwe yek perçe ye. Her wekî em dizanîn di nava qewmê Kurd de gelek aprtiyên ji hev cuda hatine damezrandin û her yekê li ser rêyekê siyaseta xwe birêve dibe. Me jî ji sala em hatine damezrandin heta îro xeta xwe heye. Berî ku em bibin partî jî wekî Hereketa Mustezefîn hebûn. Di bernameya me de Kurdistan herêmke girîng e. Çawa ku çavên tevahiya cîhanê li ser Kurdistanê ye, pêwîst e ku her kes jî ji aliyê xwe ve xebatê bo Kurdistanê bike. Em jî ji bo xebatên xwe kûrtir bikim me got ku lazim e em li Kurdistana Iraqê jî ofîsa xwe vekin.”


“Peywendiyên me bi partiyên Kurdistanê re baş in”


Derbarê peywendiyên wan ên ligel partiyên Başûrê Kurdistanê de jî Yalçin diyar kir ku bi hemû partiyên siyasî re têkiliyên wan hene û wiha pê de çû: “Ez dikarim bibêjim di serî de tekîliyên me bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re gelek baş in. Herwiha peywendiyên me ji sala em hatine damezrandin heta niha bi partiyên îslamî re hene û germ in. Peywendiyên bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê û hemû partiyan re jî hene.”


Yalçin da zanîn ku ew partiyeke serbixwe ya îslamî ne û got: “Em dikarin bibêjin li Bakurê Kurdistanê yekem partiya îslamî, hereketa me ye. Em dixwazin hem pirsgirêkên Tirkiyê û hem pirsgirêkên Kurdistan û Kurdan li ser zemîna edaleta îslamî were çareserkirin û em li ser vê rêyê siyaseta xwe dimeşînin. Li Tirkiyê ti partiyeke din ji bilî me nabêjin em îslamî ne.”


“Îxwanî Muslumîn hereketeke îslamî ye”


Li ser biryara rêveberiya Amerîkayê ku Îxwanî Muslumîn xistiye di nav lîsteya terorê de jî Yalçin dibêje: “Ji bo rêxistinek têkeve lîsteya terorê lazim e ku ew rêxistinek çekdarî be û wê karê terorîzmê kiribe. Tevahiya cîhanî dizanê di destê Îxwanî Muslumîn de çek nîne. Îxwanî Muslumîn hereketeke îslamî ye û li dijî çekê ye. Li cihanê gelek şaxên wan hene, heger ew şaxên wan hewl dabin çekan bi kar bînin jî Îxwanî Muslumîn li hemberî wan derketiye û gotine ti peywendiyên me bi wan re nîne. Îxwanî Muslumîn bi rêya hilbijartinan bû desthilatdar lê bi rêya terorê ji desthilatdariyê hatin xistin.


Li gor HUDA-PARê Amerîka dewleteke terorîst a mezin e û Îsraîl dewleteke terorîst a ji wê mezintir e. Jixwe Îsraîl îdareya Amerîkayê dike.”


Bi gotina Nûnerê HUDA-PARê yê li Hewlêrê di heyama 5 salên borî de wan di hilbijartina serkomariyê û referûndamî de piştgiriya AK Partî û Recep Tayyip Erdogan kirine, lê di hilbijartinên din de serbixwe beşdarî kirine.


“Divê Tirkiyê danûstandinê ligel tevahiya aliyên Kurdistanî bike”


Abdulsamed Yalçin tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd divê desthilatdariya Tirkiyê danûstandinê ligel alî û kesayetên Kurdî bike û wiha domand: “Nabe tenê ligel partiyekê yan jî rêxistinekê ku di destê wê de dar hebe bike. Lazim e li Kurdistanê kîjan partî hebe, di serî de HUDA-PAR divê danûstandinê bike. Di pêvajoya aştiyê de ligel HUDA-PAR û partiyên din ên Kurdan re danûstandin nekirin.