Li Kampa Serdeştê ya Kurdên Êzidî 650 kon hatin belavkirin

Şingal (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberên Îraqê 650 kon bi ser koçberên kampa Serdeştê a li ser çiyayê Şingalê belav kirin. Rêveberê wê kampê jî dibêje, piştî kontrolkirina navçeyên wan û nemana DAIŞê biryar bû ew koçber vegerin ser mal û cihên xwe lê heta niha jî ew ne vegerane û wan jî biryar daye ku konan bi ser wan de parve bikin.


Tevî ku çar salan di ser rizgarkirina bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê re derbas bû, lê xelkê wê herêmê ji ber nebûna xizmetguzarî û ewlehiyê hêj bi temamî venegerane navçeyên xwe.

 

Derbarê mijarê de Rêvebirê Kampa Serdeştê Elî Şabo ji Rûdawê re wiha got: “Piştî şerê DAIŞê li gor bernamayên hatîn amadekirin divaya xelk vegeriyan li cihên xwe, lê çênebû. Me jî biryar da em 650 konan li kampê bi ser malbatên pêwîstiya wan pê heye ve belav bikin.”

 

Piraniya konên Kampa Serdeştê têk çûne û beşeke ji koçberan gazinda ji dabeşkirina konan dikin

 

Welatiyekê wê kampê jî dibêje, nêzîkî 2 hezar û 360 malbat di nav kampê de dijîn û ew hîvî dikin kon û xîvet bi ser hemûyan de bên parve kirin

 

Hadî Qûlo jî dibêje: “Em dixwazin kon bi ser hemû koçberan ve bêne dabeşkirin. Çadir ji deh malan digihê malekê.

 

Li Kampa Serdeştê 2 hezar û 360 malba dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û hejmareke ji wan kon wernegirtine.

 

Koçberê Kampa Serdeştê Ferhan Ato ku yek ji wan koçberan e ku kon wernegirtiye, dibêje: “Bila hikûmeta Iraq û rêxistinên navdewletî bizanin ku pirsgirêkên me tenê bi konakî û bermîlek a gazê çareser nabe. Heger dixwazin pirsgirêkên me çareser bikin bila gundê me paqij bikin û me ji wan konan derbixin. Bila DAIŞê ji mer dûr bixin û li herêmê dijmînekê ji me re nehêlin.”