Li Kanîreşê ava berfê da ser gundekî

03-05-2019
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Kanîreş Berf Av Çem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kanîrşa Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf heliya ava çem rabû û da ser baxçe, gov û zeviyan.

 

Li herêma lê bi dijwarî dibare ji ber ku hewa germ bû berf dihele. Li gundê Çataxê ava çem rabû û da ser baxçe û zeviyên çandiniyê.

 

 

Li gund hin welatî di malên xwe de asê man hinekan jî heywanên xwe ji govan derxistin.

 

Ji ber berfa ku bi lez heliya rêya gundên Çatax û Çîftlîkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin.

 

 

Erol Yilmaz ê ji gund diyar kir ku îsal berf zêde barî, hewa germ bû û berf zû dihele ji ber vê jî ava çem radibe.

 

Yilmaz got: "Bi şev av gelekî zêde dibe. Avê da ser govakê, bi alîkariya xelkê gund me ajel xilas kirin."

 

 

Welatiyê bi navê Erkan Yilmaz jî got ji ber ava berfê avê da ser gundê wan, bi taybetî ciyên li nêzî çêm di binê avê de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst