Îro Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 3ê Gulanê, Roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanî ye, li gor Rêxistana Rojnamevanên Bêsînor li ser azadiya rojnamegeriyê, Iraq li cîhanê ji 188 welatan, 153emîn welat e ku çendîn binpêkirinên cur bi cur li dijî rojnamevanan hatine kirin.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane de behsa qedexekirin û sekinandina karên medyayî yên Rûdawê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kiriye û ragihandiye ku azadiya rojnamegeriyê hatiye binpêkirin.

 

Herwiha di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku meha Cotmeha 2017an Komîsyona Ragihandin û Gihandinê ya Hikûmeta Iraqê ji televîzyona Rûdawê xwestiye ku weşana xwe rawestîne û komîsyonê fermana rêgirtina karên peyamnêr û tîmên Rûdawê daye.

 

Li gor amara sala 2017an a Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan li Herêma Kurdistanê 419 binpêkirin li hember 338 rojnamevan û dezgehanên ragihandinê hatine encamdan.

 

Li ser asta cîhanê jî, li gor raporta salane ya Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor, welatên herî baş ên ji bo karê rojnamevaniyê û azadiya rojnamevaniyê; Fîlanda, Holanda û Norwec in.

 

Li hember wê jî çend welatên rojnamevaniya herî xirab jî, weke Tirkmenistan, Erître û Koreya Bakur hatine diyarkirin.

 

Ji bo desteberkirina azadiya rojnamevaniyê, bi biryara Neteweyên Yekbûyî, 3ê Gulanê ji sala 1991an ve weke Roja Azadiya Çapemeniyê hatiye diyarkirin.