Şirnex bênavber tê bombarankirin
Navenda Nûçeyan - Bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ku ev 50 roj e operasyon lê berdewam in, ji şevê din ve bênavber ji aliyê artêş û polîsên Tirkiyê ve tê bombebaran kirin. Li bajêr gelek avahî hatine rûxandin û şer berdewam e.
Bi tank û topên li derûdora bajêr hatine bicîh kirin, ji şevê din ve taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevler ên Şirnexê tên topbarankirin.
Toz û dûman ji bajêr bilind dibe û dengê teqe û teqînan qut nabe. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, agir bi gelek avahiyan ketiye.
Tankên zirxpoş jî yên ku li hawirdor hatine bicihkirin, bênavber taxên navbirî bi çekên giran bombebaran dikin û li navçeyê şerê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên dewleta Tirkiyê de jî berdewam e.
Heta niha derbarê mirî û birîndaran de tu zanyarî nehatine bidestxistin, lê wek ji dîmenan dixwiye bajar wêran û kavil bûye û di bin dûmanê de maye.
Doh li Şirnexê 3 tîmên taybet li taxa Îsmetpaşa hatibûn kuştin û piştre topbaranê dest pê kiribû.