Kilîs dîsa rastî êrişa roketan hat

03-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îro ji nav axa Sûriyê du roket din ên DAIŞê ber bi bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ve hatin avêtin. Di encama ketina roketekan de çend kes birîndar bûn.

Roketên ku ji aliyê Sûriyê ve tên avêtin êdî xew ji niştecihên bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê re nehiştine. Îro du roketên din ên DAIŞê li Kilîsê ketin û li gor agahiyên hatine bidestxistin birîndar hene.

Îro saet derdora saet 09.40ê du guleyên din ên roketan ku ji aliyê Sûriyê ve hatin avêtin li taxa Mele Hamid ketin û li gor agahiyên destpêkê birîndar hene.

Duh jî du roket li bajêr ketibûn û di encam de welatiyekî canê xwe ji dest dabû û 2 jî birîndar bûbûn.

Ji 18ê meha Çile û heta niha di encama wan roketên ku ji aliyê Sûriyê ve tên avêtin û li Kilîsê dikevin, 7 jê xelkê Sûriyê bi giştî 20 kesan canê xwe ji dest danê û 70 kes jî birîndar bûne. Herwiha tê gotin ku ji ber van êrîşan ji sedî 30ê welatiyan ji bajêr barkirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst