Milîsên Şîe ji Kerbela û Besra hêz dişînin Kerkûkê

03-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Beşîr (Rûdaw) – Piştî ku Hêzên Pêşmerge di operasyonekê de gundê Beşîr û 5 gundên derdora wê ji destê DAIŞê rizgar kirin, milîsên Şîe dixwazin ji bajarên Kerbela û Besra yên başûrê Iraqê ve hêzên zêdetir bişînin sînorê Kerkûkê û li gundê Beşîr bicih bikin.

 

Gundê Beşîr ku 25 km ji başûrê bajarê Kerkûkê ve dûr e, roja yekşemiya vê hefteyê 1ê Gulanê di operasyonekê de ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve ji destê DAIŞê hat derxistin.

 

Piştî kontrolkirina gundê Beşîr ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, milîsên Şîe derbasî nav gund bûne û têde bicih bûne. Li gor zanyariyan, niha gundê Beşîr bûye binkeyeke mezin a  leşkerî bo milîsên Heşda Şeibî.

 

Ji dema kontrolkirina gundê Beşîr ve heya niha dosyaya ewlekariyê li vî gundê başûrê Kerkûkê di destê Hêzên Pêşmerge de ye, lê belê milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî dixwazin hêzên zêdetir li Beşîr bi cih bikin û dosyaya ewlehiyê li vî gundî bigirin destê xwe.

 

Fermandeyê Firqeya Ebad Meysem Zeydî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Ew hêza ku li gundê Beşîr dimîne, Lîwaya  al Benîn e ku ser bi Firqeya Ebas e û çekdarên xelkê dever û bajarên navend û başûrê Iraqê ne. Herwiha fewcek din jî li Beşîr tê bicihkirin û pêgeya me ya bihêz dê her bimîne û dê Lîwaya 16 a Heşda Turkmanî jî dosyaya ewlehiyê bigire destê xwe.

 

Di operasyona kontrolkirina Beşîr de, Hêzên Pêşmere 2 şehîd û 17 birîndar dan, ligel wê çendê li gor zanyariyan, Hêzên Pêşmerge naxwaze dosyaya ewlehiyê li vî gundî di destê wan de be û rê bi ti hêzên din jî nade ku li çeperên derveyî Beşîr hevbeşê wan bin.

 

Fermandeyê Lîwaya 2 a Taybet a Hêza Pêşmerge Teha Reza jî got: Emê derdora Beşîr biparêzin, daku ew xelkên ku piştî paqijkirina bombe û mînan vedigerin ser mal û halên xwe, bi xwe bikarin ser û malên xwe biparêzin. Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê dikare wan çeperan biparêze, me hêzek baş heye û pêwîst bi hêzek din li vî sînorî nake.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, nêzîkî 15 komên milîsên şîe yên girêdayî Heşda Şeibî li sînorê parêzgeha Kerkûkê bicih bûne û baregehên xwe bo nav gudê Beşîr veguhastine.

 

Milîsên Şîe daxwaza ji Hêzên Pêşmerge dikin, ku bombên di nav gund de ji wan re pûç bikin, daku cardin jiyan vegere gund û xelk bikaribe vegere malên xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst