Şer bi dawî hat – Tilsiqof di kontrola Pêşmerge de ye

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hêzên Deşta Neynewa yên girêdayî Wezareta Pêşmerge Romiyo Hekarî ragihand, şer li bajarokê Tilsiqof bi dawî hat û êrişa çekdarên DAIŞê bi timamî hat şikandine û Tilsiqof niha di kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.

 

îro sêşemî 3ê Gulanê ji saetên destpêka sibehî de çekdarên DAIŞê dest bi êrişeke berfireh bo ser çeperên Hêzên Pêşmerge li çend eniyan kirin.

 

Çekdarên DAIŞê li eniyên şer ên wek Mexmûr, Guwêr, Başîk, Badoş, Tilsiqof, Xazir û Naweran êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin.

 

Li gor zanyariyên, di êrişa îro ya bo ser Tilsiqof de 400 çekdarên DAIŞê beşdar bûn. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa DAIŞê dan û piştî şerekî dijwar Pêşmergeyan êrişa DAIŞê têkbirin û kontrola Tilsiqof di destê Hêzên Pêşmerge de ma.

 

Berdevkê Hêzên Deşta Nenewa Romiyo Hekarî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi timamî bajarokê Tilsiqofê kontrol kirin û zirarek mezin gihandin terorîstên DAIŞê.”

 

Romiyo Hekarî got: “Di şerê îro de li Tilsiqof zêdetir ji 40 termên DAIŞê li cihên şer li erdê mane û ketine destê Hêzên Pêşmerge.”

 

Romiyo Hekarî herwiha got: “Niha Tilsiqof bi timamî di bin kontrola Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de ye û hêzên me jî mil bi milê birayên pêşmerge di çeperên pêş de ne. Spas ji xwedê re ku hêzên Deşta Neynewa ti şehîd û birîndar nedane.”

 

Berdevkê Hêzên Deşta Neynewa da xuyakirin: “DAIŞ dixwaze qerebûya şikesta xwe ya li gundê Beşîr bike. Dixwazin hêz bidin çekdarên xwe û wêrekiya wan bilind bikin. Me zanyarî li ser êrişên DAIŞê û komkirina hêzê ji aliyê wan ve hebû, ji ber wê em bi fermandeyên din ên Hêza Pêşmerge re di hevrêziyê de bûn.”