YPGê ji ber nakokiyan tedbîr stand

 

Heleb (Rûdaw) - Piştî derketina nakokiyan di navbera YPGê û hêzên dijbereya Sûriyê de hêzên YPGê rêyên taxa Şêx Meqsûd girtin û rewş niha li herêmê aram e.

Çavkaniyeke li Helebê ji Rûdawê ragihand, şervanên YPG li ser xaniyan hatine belavkirin, dibe ku şer û pevçûn di navbera YPGê û hêzên dijbereya Sûriyê de li Taxa Şêx Meqsûd derbikeve.

 

Duhî 15 komên çekdar ên dijebereyê li Helebê ragihandibû hêzên YPG li Şêx Meqsûd jineke koçber girtine, eşkence li wê kirine û bi zorê ji malê derxistine. Ji ber vê wan biryar stand ku hêzên xwe ji yekîneya hevbeş a bi YPGê re vekişînin û pêwendiyan bi YPGê re qut bikin.

 

Herwiha beriya wê jî Serkirdatiya Ehrar Sûriyê jî li Helebê ragihandibû, eger ew kesên li jina koçber xistîn neyên radestkirin, ewê Taxa Şêx Mesûq weke herêmeke leşkerî rabigihînin.

 

YPGê jî gotibû ku wan tenê ew jina koçber girtibûn û radestî yekîneya hevbeş kiribûn,ji ber ku gilî li ser wê jinê hatibûn tomarkirin.

 

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, ku piraniya akinciyên wan kurd in, ji sala 2012ê ve di destê YPGê de ne.