RIHA - Di dema kolandina kanalîzasyonê de karker di bin axê de man

03-04-2025
RÛDAW
Nîşan Karker Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 karkeran dema ku kanalîzasyon dikola di bin axê de man.

Li taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Serê Kaniyê di dema xebatên kanalîzasyonê de, ji ber sedemeke hîn nediyar, axa ku li derdora rêyê hatibûn komkirin bi ser karkeran de hilweşiya.

Parêzgarê Rihayê Hasan Işildak li ser bûyerê daxuyaniyek da û got:

"3 karker li cihê bûyerê mirin û rewşa karkerekî jî baş e."

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Ji bo rizgarkirina karkerên ku di bin axê de mane tîman yekser dest bi xebatê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst