Colemêrg: Li kanzayê karkerekî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê karkerekî ku li kana madenê kar dikir di bin makîneya kar de ma û di encam de canê xwe ji dest daye.
Li ser rêya Colemêrg û navçeya Çelê karkerê bi navê Agît Ayaş ku di kana madenê de kar dikir di bin makîneya kar de ma.
Li ser agahdarkirinê cendirme tîmên tenduristiyê û tîmên AFADê çûne cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê karkerê ku bi giranî birîndar bûbû piştî midexaleya li cihê bûyerê ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê lê li gel hemû midexaleyan canê xwe ji dest da.