Li Meletiyê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,7 pileyan rû da.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 10:48an çêbûye û hêza wê 4,7 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 13,9 kîlometre bûye.

Parêzgarê Meletiyê Ersîn Yazici ragihand ku heta niha ti xebera neyînî neçûye ji wan re.