Parlamenterê berê yê AK Partiyê bangî Arvas kir: Qebûl neke!

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Wanê Hilbijartin Abdulmuttalip Ozbek Abdulahat Arvas Abudllah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Colemêrgê Abdulmuttalîp Ozbek bangî Namzedê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvas kir û jê xwest ku şaredartiya Wanê qebûl neke.

31ê Adara 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê 14 şaredariyên Wanê bi dest xistin.

Lê Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê bi hinceta ku qedexeya wî ya siyasetê bi dawî nebûye mazbataya Abdullah Zeydan nedayê.

Komîsyonê li şûna Zeydan mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas ku di rêza duyem de bû.

Ji hemû aliyan nerazîbûn li dijî biryarê hatin nîşandan û ev wekî şêwazekî qeyûm danînê hat binavkirin.

Li Wanê ji doh ve xwepêşandan didomin û pevçûn û aloziyên di navbera welatî û polîsan de berdewam dikin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Colemêrgê Abdulmuttalîp Ozbek jî yek ji wan kesan bû ku nerazîbûn nîşan da.

Abdulmuttalip Ozbek li ser hesabê xwe yê Xê bangî Arvas kir û jê xwest ku şaredartiya Wanê qebûl neke.

“Erka me ew e ku em rêzê li bijardeya gelê xwe bigirin”

Ozbek li ser hesabê xwe yê Xê Arvas etîket kir û got:

“Birayê min Abdulahat Arvas, bê piştgiriya milet hatina ser desthilatdariyê dê wijdan biêşîne.

Ez dixwazim tu axaftina serokkomarê me ya şeva hilbijartinê bînî bîra xwe: 'Em ê bêhurmetiyê li biryara miletê xwe nekin, em lêpirsîna îradeya milet nakin.'

Li gel hemû hewldanên me yên AK Partiyê, welatiyên me yên Wanê Abdullah Zeydan hilbijart.

Erka me ew e ku em rêzê li bijardeya gelê xwe bigirin û ji bo hilbijartinên bên bixebitin.

Hêvî dikim hûn li ser navê xwe, malbata xwe û hemû gelê Wanê bifikirin û di dema herî zû de dest ji vê biryarê berdin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst