Leyla Guven beşdarî şîna birayê xwe bû
Hewlêr (Rûdaw) - Leyla Guvena ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye îro li parêzgeha Konyayê beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û siyasetmedara Kurd Leyla Guvena ku girtî ye ji bo beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe Mustafa Guven bibe çû navçeya Cihanbeyliyê ya Konyayê
Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Ferît Şenyaşar, Burcugul Çubuk û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Piştî birayê Leyla Guvenê bi axê hat spartin hêzên ewlehiyê ew careke din bir girtîgehê.
Li gorî zanyariyan, birayê wê Mustafa Guven li nexweşxaneyeke bajarê Linzê yê Awisturyayê ya ku lê dihate dermankirin canê xwe ji dest daye.