Leyla Guven beşdarî şîna birayê xwe bû

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Leyla Guven
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leyla Guvena ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye îro li parêzgeha Konyayê beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe bû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û siyasetmedara Kurd Leyla Guvena ku girtî ye ji bo beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe Mustafa Guven bibe çû navçeya Cihanbeyliyê ya Konyayê

Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Ferît Şenyaşar, Burcugul Çubuk û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Piştî birayê Leyla Guvenê bi axê hat spartin hêzên ewlehiyê ew careke din bir girtîgehê.

Li gorî zanyariyan, birayê wê Mustafa Guven li nexweşxaneyeke bajarê Linzê yê Awisturyayê ya ku lê dihate dermankirin canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst