Serok Barzanî: Biryarên Dadgeha Federal siyasî ne

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Jeanine Hennis-Plasschaert Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis- Plasschaertê kir.

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis- Plasschaertê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de, rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Jenine Plasschaert ji bilî amajepêdana rola Serok Barzanî û PDKyê ya di proseya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê de, amaje bi wê kir ku haya wê jê heye ku ev du sal in PDK amade ye hilbijartin di dema xwe de bên kirin û niha jî têdigihin nîgeraniyên PDKyê yên derbarê hilbijartinan de çi ne.

Herwiha Plasschaertê tekezî li ser pêwîstiya beşdariya PDKyê ya di hilbijartinan de kir û got ku pêkanîna hilbijartinan bêyî PDKyê, pêvajoyeke zehmet e.

“Dadgeha Federal rêz li statuya Herêma Kurdistanê nagire”

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî sedemên helwesta PDKyê rave kir û got ku biryarên Dadgeha Federal siyasî ne û rêzê li statuya Herêma Kurdistanê nagire.

Herwiha Serok Barzanî got, “Bêparkirina nûnertiya pêkhateyan dê ziyaneke mezin bigihîne bihevrejiyana ku bi dehan salan e gelê Kurdistanê ji bo wê têdikoşe.

Divê rêz li mafên pêkhateyan bê girtin ji ber ku ew neteweyên cuda ne û divê li Kurdistanê hest bi hebûna xwe bikin.

Parlamentoyeke bê neteweyên din, dê parlamentoyeke kulek û netemam be.”

Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya birêveçûna helbijartinan kir lê hilbijartineke ku îradeya gelê Kurdistanê nîşan bide, azad û şefaf û dûr ji destêwerdanên derve û dîzayna pêşwext a encaman be.

“PDK li gel rewatiya yasayî ye”

Serok Barzanî amaje bi wê kir, PDK li Herêma Kurdistanê damezrênera rewatî û hilbijartinan bû û bi xwe jî sala 1991ê li Koyeyê got ku divê em ji rewatiya şoreşgerî derbasî rewatiya yasayî bibin.

Serok Barzanî bal kişand ser rewşa Îraqê jî û tekezî li ser wê yekê kir ku rêkeftin li Îraqê tê binpêkirin, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê rêkeftina wan bi aliyên siyasî re li ser pêkanîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê hebû lê niha ti xalek ji wê rêkeftinê bicih nebûne.

Serok Barzanê diyar kir ku Bexda bi awayekî nedestûrî di jiyana gelê Kurdistanê de destêwerdan kiriye û mûçeyên wan wekî çek ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û bêzarkirina gelê Kurdistanê bi kar tine.

Serok Barzanî da zanîn ku divê hilbijartineke pak û şefaf ku pirsgirêkên wê yên teknîkî bên çareserkirin û bi çavdêriya civaka navdewletî were pêk anîn.

“Nabe ti cudahî di navbera Herêma Kurdistanê û herêmên din ên Îraqê de hebe”

Herwiha Jeanine Plasschaertê jî ji Serok Barzanî re ragihand, di rapora xwe ya ji bo Encûmena Ewlehiya Navneteweyî de behsa mijara mûçeyê jî kiriye û nabe ti cudahî di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Îraqê de hebe.

Herwiha Plasschaertê diyar kir ew di wê hewlê de be ku pirsa mûçeyê û mafên darayî yên gelê Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê re behs bike.

Plasschaertê pêşniyar kir ku ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê divê tîmeke Neteweyên Yekbûyî hevkar be ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî yên ku têbîniyên PDKyê li ser hene.

Di civînê de, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo parastina proseya demokratîk û aramiya Herêma Kurdistan, divê pirsgirêkên li pêşiya hilbijartinan bên çareserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst