Abdullah Zeydan dê mazbatayê bistîne: Beriya wê kê çi got?

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Herwiha DEM Partiyê jî ji bo betalkirina vê biryarê serî li Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) dabû.

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Lîjneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê îro li Wanê civîneke awarte li dar xist.

Heyetên DEM Partî, TÎP û CHPyê yên ku çûbûn Wanê, dema ku xwestin ji avahiya KESKê derkevin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Piştî ku polîsan rê neda meşa heyetê, girseya ku li Parka Feqiyê Teyran kom bûbû ber bi avahiyê ve meşiya.

Dema ku girse gihîşt ber avahiya KESKê polîs midaxeleyî gel kir.

Heyet jî ji ber bombeyên gazê mecbûr ma dîsa bikeve nav avahiyê.

Deriyê avahiyê ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Piştre polîsan rê da ku heyet ji avahiyê derkeve û ber bi Parka Feqiyê Teyran ve bimeşe.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî, Leyla Zana, Başak Demîrtaş, Abdullah Zeydan, Parlamenterên CHPyê Sezgîn Tanrikulu, Sevda Erdan Kiliç û Mahmût Tanal, Serokê TÎPê Erkan Baş, Ahmet Şik, Dogan Ergun, Asli Kaya, Neslîhan Şedal û gelek endamên DEM Partiyê di nav heyetê de cih girt.

“Wan dilê Kurdistanê ye”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniya çapemeniyê de axavtinek kir.

Çend xalên ku ji axavtina Bakirhan derketin pêş ev in:

“Wan dilê Kurdistanê ye. We ji 14an 14 bi dest xistin, bersiveke bihêz da faşîzmê.

Bersiva ku daxwaza Kurdan a demokrasiyê bi zext û qeyûman nayê tepisandin hem di Newrozê de hem jî li vê derê hatiye dayîn.

Yên ku du serdeman qeyûm danîn ser îradeya we, hewl didin bi kumpasa derbeya darazê îradeya gelê Wanê xesp bikin.

Em dê şaredariyên xwe yên ku we ji 14an 14 bi dest xistine biparêzin.

Em dê îtirazî feraseta ku îradeya gelê Kurd tine dihesibîne bikin.

Banga me ji YSKyê re; nebin hevparê vê kumpasê, we bi xwe biryar da ku dikare bibe namzed. Li ser vê biryara xwe bin.

Banga me ji namzedê AK Partiyê re; eger baweriya te hebe, zarokê vê axê bî vê qebûl neke.

Nexwe tu dê mecbûr bimînî serê xwe bitewînî, tê nikaribî li kuçeyên Amed û Wanê bigerî.

Gelê Kurd bi rûmet e, yên ku qenciyê dikin û yên li pişt kumpasê radiwestin ji bîr nake.

Banga me ji desthilata AK Partiyê re; heta ku hûn îradeya vî gelî xesp bikin, hûn mehkûmê windakirinê ne.”

“Em dê vê têkoşînê bi xelkê Wanê re bidomînin”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogillari jî axivî.

Hatîmogullariyê got, “Dema em li vê derê diaxivin, em bangî 85 milyon welatiyên Wanê dikin.

YSKya ku namzediya serokê me Abdullah Zeydan erê kir, ji hilbijartinan re 48 saet mabûn û ji mesaiyê re 5 xulek mabûn ku têkildarî namzediyê pirsgirêkê radigihîne.

Beriya ku ev pirsgirêka bi DEM Partiyê re were parvekirin, ewil ji AKPyê re, ji namzedê AKPyê re tê şandin.

Dema hilbijartin pêk tên jî li dijî me kumpasê çêdikin lê hûn dê vê kumpasa wan vala derxînin.

Em bangî YSKyê dikin; Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr li hemberî dengekî bi 2 dengan ev biryar da.

Me jî li gel parêzerên hêja, li gel rayedarên partiyê xebatek meşand û îtirazeke berfireh ji YSKyê re şand.

Heta ku ev îtiraz bi awayekî fermî bi dawê bibe, wekî DEM Partiyê em dê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.

Heta ku serok Abdullah mazbataya xwe digire jî dê têkoşîna me bidome. Me civîna Lijneya Rêveber a Navendî li vir li dar xist.

Heta ku biryareke erênî tê dayîn em dê tevî koma Lîjneya Rêvber, Meclîsa Partiyê û parlamenterên xwe li Wanê bin. Em dê vê têkoşînê bi xelkê Wanê re bidomînin.”

“Ti hêz nikare xwe li ber vê sekna birûmet bigire”

Piştre hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî axivî.

Başak Demîrtaşê got, “Em ji bo bejna xwe li ber vê îradeyê bitewînin îro hatine vê derê.

Silavên Selahattîn (Selehattîn Demîrtaş) û Selçûk Mizrakli jî ji xelkê Wanê re hene.

Serok Selahattîn got, eger tu biçî Wanê, jê re bibêje ku wan bi 14-0 em serbilind kirin.

Em bi wan şanaz in, ti hêz nikare xwe li ber vê sekna birûmet bigire.”

“Wan taca serê gelê Kurd û Kurdistanê ye”

Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê jî wiha anî ziman, “Wan, taca serê gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Ez we û sekna we pîroz dikim. Ev îrade û xwedîderketina we gihişt her devera Tirkiyeyê.

Berxwedana we berxwedana şeref û rûmetê ye. Roj roja berxwedanê ye. Em vê neheqî û zilma li we hatiye kirin qebûl nakin.

Ti kes nikare wiha bi erzanî nêzîkî vîna gelê Kurd bibe. Dê hiqûq ji bo we jî lazim bibe. Sibe du sibe dê pêdiviya we jî bi hiqûqê bibe.

Banga min ji bo serokkomar e, rêzê li vîna gelê Kurd bigire û ji vê biryara xwe ya xelet vegere.”

“Xefik heye”

Parlamenterê CHPyê Mahmût Tanal jî wiha anî ziman, “Min ji we re peyama piştevaniyê ya serokê me yê giştî Ozgur Ozel anî.

Li vir xefikek heye. AKPyê li vir sûcek kiriye. Divê 85 milyon kes ji ber vê rewşê serlêdana sûc bike.”

“Em bi hev re li ber xwe didin”

Li aliyê din Serokê TÎPê Erkan Baş got, “Li dijî kesên ku dixwazin vîna gelê Kurd bi zext û zordariyê xesp bikin, em dê bi hev re li ber xwe bidin.

Îro ne tenê li djiî îradeya we, her wiha îradeya tevahiya Tirkiyeyê tê xespkirin.

Em vê êrişê wekî êrişeke li dijî her kesî dibînin. Heta ku ew mazbata tê standin jî dê têkoşîna me bidome.”

“Em teslîm nabin”

Serokê EMEPê Seyît Aslan jî wiha got, “Em dê li dijî vê xespê teslîm nebin.

Dê li dijî darbeya qesrê gelên Tirk û Kurd bi hev re tevbigerin. Em dixwazin ku rêzê li vîna xelkê Wanê bigirin.

Li hemberî desthilata yekzilamî ya li vî welatî, dê îradeya gelên Kurd û Tirk bi ser bikevin. Dê ev rejîm were têkbirin.”

“Ev yek zilma li dijî gelê Kurd e”

Serokê EHPyê Hakan Ozturk jî wiha axivî, “Em ji bo ku bi we re di heman rêyê de bimeşin hatin vê derê.

Ev 150 sal in li vî welatî hilbijartin nayên kirin. Mîna niha, hilbijartin tên astengkirin.

Ev yek zilma li dijî gelê Kurd e. Em vê zilmê qebûl nakin. Heger li Tirkiyeyê hiqûq hebe, divê li Wanê, li Amedê jî heman hiqûq hebe. Gelê kurd ti carî dê bi tenê nemeşe.”

“AKP-MHP sûc dike”

Berdevka TOBê Pelîn Kahîlogullariyê jî got, “Îktidara AKP-MHPyê sûc dike.

Tifaqa AKP-MHPyê dê têk biçe û em dê bi ser bikevin.”

“Ev rûmet rûmeta xelkê Wanê ye”

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê got, “Ev rûmet, rûmeta xelkê Wanê, ya jinan û ciwanan e.

Gelê me ev du roj in li ber xwe dide û em hîn jî li ber xwe didin.

Banga me ji bo namzedê AKPyê heye; eger hinek heysiyet û rûmeta te hebe tu dê wê mazbatayê nestînî û rêzê li îradeya gel bigirî.”

“Em dê rûmeta gelê Wanê biparêzin”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî wiha anî ziman, “Em dê rûmeta gelê Wanê biparêzin.

Em ne tenê rûmeta xelkê Wanê, dê rûmeta 85 milyon welatiyan biparêzin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst