Temel Karamollaoglu li ser Abdullah Zeydan daxuyanî da: Wanê serokê xwe hilbijart

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bertek nîşanî biryara li ser Abdullah Zeydan da.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AK Partiyê Abdulahat Arvas hat dayîn gelek kes û aliyên siyasî bertekan nîşan didin.

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek da û got:

“Di feraseta hikûmeta AK Partiyê ya demokrasî û edaletê de nakokî heye. Daraz li ser şaredarekî hilbijartî ji ber manîpulasyoneke beriya hilbijartinê bi 2 rojan biryara qedexeya siyasî dide.

Ev paşguhkirina îradeya neteweyî ye. Xelkê Wanê biryara xwe da û serokê xwe hilbijart. Darazê ji gotina YSKyê ya mimkûn e re got, na.

Ev lawaziya saziyên dewletê nîşan dide. Ev helwêst bi tevahî nayê qebûlkirin.”

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst