Li Kilîsê kesek hat desteserkirin: Hincet PKK/PYD ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê kesek bi hinceta endamtiya PKK/PYDyê hat desteserkirin.

Li gundê Pertikliyê yê Kilîsê tîmên Fermandariya Cendirmeyan bi hinceta endamtiya PKK/PYDyê kesekî bi navê A.H. desteser kir.

Tîman kesê desteserkirî bir Navenda Cendrimeyan a Kilîsê û piştî lêpirsîna destpêkê wan ew şand dadgehê.

Derbarê kesê desteserkirî de ti hûrgiliyên din nehatine belavkirin ku ew kes ji Bakur an jî ji Rojavayê Kurdistanê ye.