Wezîrê berê yê AK Partiyê li ser Abdullah Zeydan daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrêner û Wezîrê berê yê AK Partiyê Huseyin Çelîk derbarê hilbijartinên Wanê got, “Tiştên ku dibin herî zêde zererê dide AK Partiyê.”

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr biryar da ku mazbataya şaredarbûnê bide namzedê AK Partiyê.

Siyasetmedarê ji Wanê Huseyîn Çelîk jî li ser hesabê xwe yê Xê, bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku ew her tim li dijî qeyûman bûye.

“Madem qedexe li ser hebû ji bo çi we destûra namzedbûnê da?”

Huseyîn Çelîk ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê dipirse “Madem qedexeya siyasî li ser hebû we ji bo çi destûra namzedbûnê da?”

Huseyîn Çelîk di peyama xwe de got:

“Ez her wext li dijî polîtîkayên qeyûman bûm û niha jî li dij im. Tişta li Wanê diqewime pir xirab e.

Madem qedexeya siyasî li ser kesê ku ji DEM Partiyê wekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin heye, we çima destûr da ku bibe berbijêr?

Divê dîzaynkirina siyasetê bi rêya leşkeran û dadgeriyê bibe dîrok û careke din venegere.

Ev geşedan herî zêde zererê dide hikûmet û AK Partiyê.

Tevî ku diyar dibe piştî danîna qeyûman ji aliyê siyasî ve serkeftinek bi dest neketiye û berovajî şaredariyên ku berê hatine bidestxistin jî ji dest çûne, bi çi aqilî ev kar tê berdewamkirin?”