Qedexe hat ragihandin: Li Berwariyê çi diqewime?

03-04-2024
Nîşan Berwarî Partiya DEVAyê AK Partî Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Berwariyê (Xisxêr) ya Sêrtê piştî hilbijartinan şer û pevçûnan rû da.

Li gorî agahiyan, du malbatên xizm ên ku alîgirên Partiya DEVAyê û AK Partiyê ne bi çekan pev çûn.

Di van şer û pevçûnan de Dundan Bîlênê birayê Namzedê Şaredariya Berwariyê yê Partiya DEVAyê Îsmaîl Bîlen, Lokman Ozcanê birayê Serokê Şaredariya Berwariyê Tayyar Ozcan (ji AK Partiyê ye), Mustafa Ozcan û du biraziyên Lokman Ozcan bi çekan hatine birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndarên ji malbata Ozcanan veguhastin nexweşxaneyên li Şirnexê.

Dundar Bîlen jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê tê tedawîkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen ragihand ku birînên Dundan Bîlen xedar in û rewşa wî ya tenduristiyê xerab e.

Qedexe hat ragihandin

Li hêla din, Parêzgariya Sêrtê li Berwarî û hemû gundên wê qedexeya derketinê ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeyê 3yê Nîsanê saet 01:00ê dest pê kiriye û heta Parêzgarî fermaneke din bide dê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst