Li Amedê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Amed a Bakurê Kurdistanê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” bi partiyên Kurdî re hat avakirin û di banga xwe ya ji bo hilbijartinan de banga dengdayîna ji bo Partiya Çep a Kesk kir.
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd a ku ji aliyê Partiya Çep a Kesk a pêkhateya Tifaqa Ked û Demokrasiyê ve bi partiyên siyasî yên Kurdî re hatiye avakirin îro Duşemê 3ê Nîsana 2023an deklerasyona xwe eşkere kir. Deklarasyona hilbijartinan a Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd li Salona Dawetan a Ayaz Elegence ya li Peyas a Amadê hate ragihandin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, ji Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tevlî civîna Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd bûn ku pêkhateyên wê tifaqê ne.
Kurdî ya deklarasyona Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ji aliyê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Tirkî ya wê jî aliyê Hevseroka Giştî ya DBPê Saliha Aydenîz ve hate xwendin.
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd di deklerasyona xwe de ragihand:
“Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin”
“Em di nava êş û derdê mezin ê erdheja Bazarcik-Elbistanê da diçin hilbijartina 14ê Gulana 2023yan. Di erdheja ku navenda wê Maraş bû, li gor jimarên fermî, ji 50 hezarî zêdetir însanên me mirin, bi sed hezaran însan birîndar bûn. Hejmara rastîn a mirî û birîndaran ji van jimaran pir zêdetir e. Em ji mirîyên erdheja ku ji Amedê heta Cinderesê li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê pêk hat ra, dilovanîya Xweda, ji birîndaran ra şîfa xêrê dixwazin. Ji malbat û gelên me ra dibêjin serê we sax be. Xweda derdek wiha mezin nişan nede. Dewlet, hikûmet û sazîyên wê, di rojên pêşîn ên erdhejê da nehatin hewara gele me, dema hatin jî bê tedbîr bûn. Zincîra xemsarîya dewletê di erdhejê da ziyanên canî û malî zêde kir û veguherî qetlîamekê.
Ji aliyê din ve em spasiya gelê xwe û saziyên pêwendîdar ên sivîl û siyasî dikin ku di dema karesata erdhejê da seferberiyeke mezin a hevgirtinê nîşan dane. Bi heman awayî em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dewlet û saziyên sivîl ên ku di demeke dijwar da hatin ku alîkariya gelê me bikin, ji bo piştevanî û hevxemiya wan û em daxwaz ji wan dikin ku li ser vê piştevaniyê berdewam bin.
Di şert û mercên êş û şînên mezin da Tirkiye ber bi hilbijartineke krîtîk ve diçe. Gelê Kurd û Kurdistanê li ser bendeke dîrokî ya tijî derfet û metirsiyên mezin e. Polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û şîdetê ya sedsalî ya li dijî gelê Kurd di van salên dawî da zêde bûye û gihiştiye asta êrîşeke topyekûn. Siyaseta dij-kurd a ku li Tirkîyê û li seranserê Rojhilata Navîn tê meşandin, ne tenê ji holê rakirina destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd, di heman demê da bûye sedema otorîterîzekirina sîstema siyasî ya Tirkiyê, ji holê rakirina destkeftiyên demokratîk û aborî, bûye sedema hilweşîneke pir alî ya aborî, siyasî û civakî.”
“Tifaqên heyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayînde pêşniyaz nakin”
“Tirkiye, di nava şert û mercên krîza piralî ya ku ji ber siyaseta dij-Kurd pêk tê, diçe hilbijartinên parlamento û serokkomariyê. Hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan hem ji bo ji nû ve avakirina demokrasiya Tirkîyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd firsendeke dîrokî ye. Li aliyê din tifaqên heyî yên li Tirkîyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên sereke yên Tirkîyeyê çareseriyeke mayînde pêşniyaz nakin. Tifaqa Cumhur û ya Miletê, ji ber ku di sedsalîya salvegera Lozanê da li ser esasê "Konsepta Ewlekariya Neteweyî" ya dewletê stratejiyek destnîşan kirine, ji ber tirsa kurdan li ser esasê polîtîkayên parastina statukoya heyî, ne li ser veguhertina dewletê û demokratîkbûnê, stratejiyek diyar kirine.”
“Şertê pêşî yê demokratîkbûna Enqereyê azadkirina Amedê ye”
“Tifaqa Cumhur stratejiya xwe ya sereke li ser tinekirina destkeftiyên gelê me yên li hundir û derve ava kiriye. Li aliyekê bi awayekî vekirî hêrîşê dînamîkên demokratîk ên netewetî yên Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin, li aliyê din jî polîtîkayeke ku bi gotinên nefretê yên di navbera gel û baweriyan da polarîzasyona kûrtir dike dişopînin. Ji aliyê din ve Tifaqa Milet jî ji bo serkeftina hilbijartinan piştgiriya gelê Kurd dixwaze, lê ji bo pêkanîna daxwazên rewa yên gelê kurd çareseriyeke şênber pêşnîyaz nake. Tecrûbeyên bi sed salan nîşan didin ku Tirkîye, bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd, nikare di rêya demokrasiyê da bi pêş bikeve. Eşkere ye ku şertê pêşî yê demokratîkbûna Enqereyê azadkirina Amedê ye.
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku xwezaya piralî ya civaka Kurdistanê nîşan dide, di hilbijartinên ku dê di14ê Gulanê da bên lidarxistin da ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê kurd û avakirina demokrasîyeke bi pîvanên gerdûnî, xwedî bernameyeke zelal û helwesteke diyar e. Tifaqa me, naskirina mafên netewî yên demokratîk ên gelê kurd ku ji netewebûnê derdikeve, weke daxwazeke rewa û mirovî li gorî hiqûqa gerdûnî bi nav dike. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bi aktorên siyasî yên Kurd re li ser esasê wekheviyê, wê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke, asta pêşketina aborî û refaha civakî zêde bike.”
Sedemên avabûna Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd
Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd sedema avabûna tifaqê wiha destnîşan kir;
- Qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê ji bexçê zarokan heta zanîngehê û li kêleka Tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn.
-Afirandina hawîrdoreke demokratîk ku kurd bi azadî xwe bi rêxistin bikin û di bin navê Kurd û Kurdistanê da xwe îfade bikin.
- Naskirina statuyeke ku gelê Kurd li Kurdistanê xwe bi rêve bibe.
- Vegerandina navên kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku navên wan li Kurdistanê hatine guhertin.
- Ragihandina cihê gorên kesayetiyên Kurd ên dîrokî ku gorên wan hatine hilweşandin an jî veşartin.
-Ji bo çêkirina makezagoneke demokratîk, piralî û nenavendî ku jiyana wekhev, azad û bi rûmet a gelê Kurd bi mafên din re misoger bike; biryar daye ku tekoşîna hevpar bimeşîne.
Prensîbên Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd
Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd li ser prensîbên tifaqê ragihand, “Struktura siyasî ya hişk, monîst, unîter a heyî her cure geşedanên civakî, aborî û çandî difetisîne. Sîstema siyasî ya demokratîk û piralî ku rê li ber destpêşxeriyên herêmî yên nenavendî vedike, hem daxwaza kurdan e hem jî sûdmendiyek ji bo gelê tirk e. Tifaqa me dê têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina afirîneriya aborî bidomîne, ji bo rakirina îhtirazên ku Tirkîyeyê di derbarê peymanên navneteweyî yên ku Tirkîye jî alîgirê wan e, bi taybetî jî şîroveya Rêveberiyên Herêmî yên YEyê ji holê rabike dê xebatên xwe bidomîne. Tifaqa me di şexsê Jîna Emînî da têkoşîna jinên Kurdistanê û ruhê berxwedanê yê di dirûşmeyên Jin, Jîyan û Azadî yên ku dane cîhanê da silav dike.
Tifaqa me; Ji bo dawîanîna li her cure pêkanînên cudakar ên hiqûqî, îdarî û çandî yên li ser jinan tên pêşxistin, têdikoşe. Ew, pergaleke civakî ya ku jin di hemû qadên jiyana civakî de bi awayekî wekhev û azad xwe îfade bikin û xwe bi rêxistin bikin, diparêze. Ji bo zarok, extiyar û astengdaran şert û mercên jiyanê yên ewle peyda bike hewl dide. Li hemberî talankirina xwezayê ji bo pêkanîna polîtîkaya ekolojîk a domdar helwesta xwe ya bi biryar didomîne.
Tifaqa me, zîhnîyeta dewletê ya înkarê li hember gelên Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Ereb, Azerî, Tirkmen... ku li Kurdistanê dijîn û feraseta zordest a ku li dijî komên olî û bawerîyên wekî Elewî-Sune, Kiristiyan, Cihû û Êzidî dimeşîne red dike. Di civaka Kurdistanê da cudahiyên etnîkî, olî, çandî û piralîbûnê weke dewlemendiyek qebûl dike.
Tifaqa me daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş dike. Tifaqa me bang li hikûmetê dike ku dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan û girtiyên siyasî bîne. Têgihiştina ku dibe sedema aloziya civakî bi siyaseta tecrîdê bi dawî bibe. Ji bo hemû girtiyan divê mafên siyasî, hiqûqî û mirovî yên ku bi qanûnê hatine garantîkirin bên bicihanîn. Di hilbijartinên 2023yan da jî em ê têkoşîna azadiya girtiyên siyasî û başkirina şert û mercên girtîgehan ên ku veguherîne îşkencexaneyan û gelek caran bi mirinan tên rojevê, bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî qeyûmên ku îradeya Kurdistanê desteser kirine bidomînin.”
Bangewaziya dengdayîna Partiya Çep a Kesk
Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd di deklerasyona xwe de her wiha ragihand, “Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd; Li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li destkeftîyên neteweyî yên gelê me derdikeve. Li hemberî her cure êrîş û hewldanên li dijî van destkeftiyan helwesteke hevpar nîşan dide. Ji bo pêkanîna têkiliyên bazirganî, mirovahî û çandî yên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de têdikoşe. Li ser esasê ku Tirkiye û Kurdistan di qada erdhejê da cih digirin, Tifaqa me avakirina avahî û bajarên li dijî erdhejê weke armanceke girîng destnîşan dike.
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, ji bo daxwazên mafdar û rewa yên jorîn di dema xebatên hilbijartinê da bên civakîkirin û piştî hilbijartinê di asta qanûnî û destûrî da bên qebûlkirin, wê têkoşîna hevpar bidomîne. Tifaqa me; bang li gelê me dike ku li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek, ji bo ku daxwazên li jor bi rêkûpêkiyên qanûnî û destûrî bi cih werin anîn û ji bo serketina mezin a ku hêviya gelên me tê da wê zindî bibe di 14ê Gulanê da dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
Serkeftina me ya di hilbijartinê da jî dê bibe bingehek girîng ji bo xebatên tifaqa neteweyî ya demdirêj a gelê Kurd. Dema em hêza xwe bikin yek bê şik em ê bi ser bikevin. Bidestxistina azadiyê girêdayî me ye. Em ê bi hev re tê bikoşin, em ê bi hev re bi ser bikevin. Yekîtîya Kurdan azadiya Kurdan e.”