Li Wanê agir bi Bazara Mezin a Rûsan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê agir bi Bazara Mezin a Rûsan ket ku hejmareke zêde ya kargehan li xwe digire û hewl tê dayîn agir bê vemirandin.

Li Cadeya Nexweşxanê ya navçeya Rêya Hevrîşimê ser bi parêzgeha Wanê îro Duşemê 3ê Nîsana 2023an ji ber sedemeke nehatiye diyarkirin agir bi Bazara Mezin a Rûsan ketiye û agir berdewam e.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û bi hevkariya xwediyên kargeh û welatiyan hewl tê dayîn agir bê vemirandin.

Hêzên polîs jî li derdora cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê wergirtine.