Çekdarên Hemzat li Efrînê 300 darên cotyarên Kurd birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Keferdela Jêrîn yê herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Hemzat ya opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê û Erebên hawirde 300 darên zeytûn û mêwe yên cotyarên Kurd birrîne.

Li gor dîmenên zeviyeke darzeytûnan li gundê Keferdela Jêrîn yê herêma Efrînê, ku taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin, diyar dibe ku hejmarek darzeytûn hatine birîn.

Di tomareke dengî de ku ji herêmê ji bo Rûdawê hatiye şandin, çavkaniyek dide zanîn ku darzeytûn li ser destê Erebên hawirde û çekdarên Hemzat hatine birîn.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê 300 darzeytûn û darmeywe hatine birîn, 30 darzeytûnên Amir Resûlo hatine birîn. 40 darzeytûnên cotyarên Keferzîtê hatine birîn. 230 darên malbatên Betal, Elo, Îbrahîm û Silêman hatine birîn.

Leman Xelîl, berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ji Rûdawê amarên birîna daran aşkere kirin.

Berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Leman Xelîl got "Ji dagirkirina Efrînê ve karê vanê ku ketine Efrînê çi çekdar bin çi sivîl bin nesekinîne. Girtin, lêxistin û kuştina mirovan, talankirina malên wan, xwestina pereyan ji mirovan, qutkirina darên wan, her roj videoyên qutkirina daran digihînin me. Jimarên qutkirina daran niha gihîştiye 20 milyon dar. Ji wan 850 hezar darên zeytûnan, milyon û sed darên merxê ne, yên din jî darên gûz, behîv û hêjîr in. Karên van berdewam in û aşkere ye, ne tirs, ne hesab. Evan gişt bi piştgiriya Tirkiyê vê karî dikin. Xelkê me yê Efrînê ku we zarokên xwe li van daran xizmet kirine û mezin kirine çiqas sal çûne, li hemberê canê xwe danê lê dinêrin nikarin tiştek bikin. Nizanin herin kuderê ku giliyê xwe bikin ku vê cirmê bidin sekinandin."

Birîna van dfarzeytûna tenê piştî çend demjimêran ji civîna serokê hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê û çend wezîr û fermandarên grûpên çekdar li gel çend kesayetiyên Efrînê hatiye. Di wê civînê de, serokê hikûmetê soz dabû ku rê li binpêkirina bê girtin.