Li Mûşê bo dema 5 roja qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bo dema 5 rojan hemû çalakî, xwepêşandan û daxûyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

Parêzgariya Mûşê ragihand ku ji roja Duşemê 3ê Nîsana 2023an ve ji demjimêr 00:01 heta roja 7ê heman mehê demjimêr 23:59 hemû çalakî, xwepêşandan û daxûyaniyên çapemeniyê bo dema 5 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariyê, operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê bi hinceta gerîlayên PKKê li navxwe û derveyî sînor berdewam in û di vê çarçoveyê de bi armanca astengkirina çalakiyên wek meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê û vedana çadir û standan bo dema 5 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. Ev di demekê de ye li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda ji 2016an ve çalakî tên qedexekirin û ew qedexe jî berdewam tên dirêjkirin.