Sûdanî: Herêma Kurdistanê neçar ma girêbestên petrolê îmze bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dibêje, girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê ligel kompaniyan şert û merc danîne û zulm di wan de heye. Herwiha Sûdanî got “Di sala 2014an de dema ku li dijî DAIŞ’ê şer derket û bûdce rawestiya, herêm neçar ma ku li hember lêçûnên şer û hatina bi milyonan penaberan berê xwe bide peymanên ku ev zilma eşkere tê de heye.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî roja Yekşemê 2-4-2023 di hevpeyvînekê de ligel kanala El Cezîre, li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê got: "Herêm (Kurdistanê) neçar bû ku çend girêbestan bike ku bi vî rengî ew xiste bin îmtiyazê û gihîşt asta îmtiyazê ji aliyê kompaniyan ve, hinek kompaniyan îmtiyaz dan herêmê."

Serokwezîrê Iraqê dibêje di sala 2014ê de dema ku şerê li dijî DAIŞê hebû û dema ku bûdceya Herêma Kurdistanê rawestiya, Herêma Kurdistanê “neçar ma ku berê xwe bide girêbestên ku tê de zulmeke eşkere tê de hebû li hember lêçûna şer û koçberbûnaa bi milyonan kesan bo Herêma Kurdistanê ku vana hemûyan guvaşê li ser xizmetguzariyan çêkir wê neçar kir ku van girêbestan îmze bike kû tê de zilmeke eşkere heye. Li gel hemû dijwariyan jî berdewam li ser dayîna mûçeyên xwe û karê xwe bi awayekî ku li gor xelkê me yê Herêma Kurdistanê ye, bi rê ve birin.”

Sûdanî jî behsa lihevkirina li ser butçeyê dike û ragihand “Ev rêkeftina li ser yasaya bûdceyê dikare dawî li van pirsgirêkan bîne û bibe bûdceyeke berfireh ji bo hemû Iraqiyan. Di heman demê de em amadekariya derxistina yasaya petrol û gazê dikin.”

Sûdanî tekez kir ku beşek ji rêkeftina siyasî ya di navbera aliyên damezrêner yên Hikûmeta Îraqa Fedral de çareser kirina kêşeyên berçav yên di navbera Bexda û Hewlêrê de ye ku yek ji wan kêşeya neft û gazê ye û dibêje "Me lihevkirinek pêk anî û me di qanûna bûdçeyê de cih girt, ku ev yek jî di çarçoveya peymana bingehîn de ye. Ji bo derxistina qanûna petrol û gazê, tevî ku em hinekî dereng man jî, me ev 6 meh bi cih kiribû ku ev yek wê têkiliyê bi temamî sererast bike."

"Partiyên Rojhilatê Kurdistanê penaber in"

Serokwezîrê Îraqê behsa êrîşên Îranê yên bo ser aliyên Rojhilatê Kurdistanê û rêkeftina Îraq û Îranê ya derbarê vê mijarê de dike û dibêje "Partiyên muxalîf ên Îranê ji rejîma berê ve bi salan e weke penaber li Iraqê ne. Normal e ku weke penaber xwedî li wan derkevin, lê xwedîkirina wan weke çekdaran, navendên leşkerî, amadekarî, perwerdekirin, ketina nava sînorê Îranê, kirina karê leşkerî û vegera li Iraqê pirsgirêk e û destûra Bingehîn a Iraqê destûrê nade.  Divê em sînorên xwe biparêzin û kontrol bikin.”

Herwiha Sûdanî dibêje “Evê yekê hişt ku alîyê Îranê operasiyonan li dijî evan deveran encam bide û ev jî şaş e û ev ahan êrîşa ser serwerîya Iraqê ye û bandorê li astê peywendîyên Navbera Iraqê û Îranê dike Niha em bi Îranê re gihijtine rêkevtinekê, da ku sînoran kontrol bikin û ew kesên daxwazkirî jî radestî wan bikin û nehêlin biryargeh jî hebin. Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêkanîna peymanê de cih digirin.”

Têkiliyên ligel Tirkiyê

Sûdanî bal kişand ser têkiliyên bi Tirkiyeyê re û wiha got: "Li gel Tirkiyeya cîran gelek hevkarî û berjewendiyên me hene. Di warê av û ewlehiyê de pirsgirêk hene, lê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan derfetên mezin hene.Em sipasiya hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo dabînkirina para ava Iraqê dikin."

Serokwezîrê Iraqê anî ziman ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re hevkariyeke aborî ava bikin û got, "Projeyên nû yên stratejîk ên ku têkiliyên dualî xurtir dikin dê di demeke nêz de bên ronîkirin."

Sûdanî diyar kir ku ew ê nehêlin Iraq bibe qada êrîşa li ser welatên cîran û ji bo ewlehiya sînoran bi Tirkiye û Îranê re li ser komîsyonên hevpar dixebitin.

Sûdanî diyar kir ku lihevkirina Îran û Erebîstana Siûdî ji bo aramî û geşepêdana herêmê girîng e û destnîşan kir ku divê Sûriye jî vegere Yekîtiya Ereban.