Serokwezîr: Agirbesta Yemenê cihê kêfxweşiyê ye

03-04-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Yemen Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew kêfxweş e ku li gorî însyatîfên NYê di navbera aliyên Yemenê de agirbest ji bo du mehan hatiye ragihandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser peymana ku di navbera partiyên li Yemenê de hatiye kirin daxûyaniyek belav kir û got, "Ez pir kêfxweş im ku Neteweyên Yekbûyî agirbesta du mehan li Yemenê ragihand. Ez hêvî dikim ku ev agirbesta ku di destpêka meha Remezanê de hatiye ragihandin dê bibe sedema aramiya li herêmê."

Agirbesta li Yemenê duh dest pê kir

Bi însiyatîfên Netewên Yekbûyî agirbesta di navbera aliyên Yemenê de duh ket meriyetê.

Li gorî çavkaniyên herêmî Yemeniyan agirbest bi kêfxweşî pêşwazî kirine.

Agirbest doh li gorî dema herêmê di saet 19:00an de ket meriyetê û aramî li eniyên şer ên li herêmê belav bû.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Hans Grundberg doh ragihand ku Hikûmeta Yemenê û Hûsiyan ji bo sekinandina operasyonên hewayî, bejahî û deryayî li hev kirine.

Hûsiyên bi desteka Îranê li Yemenê ji Îlona 2014an vir ve paytext Sanayê û hin herêm kontrol kirine. Hêzên koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî ji Adara 2015an ve piştgiriya Hikûmeta Yemenê li dijî Hûsiyan dike.

Di şerên bi salan ên li Yemenê de bi giştî 377 hezar kes hatine kuştin. Yemen ku yek ji welatên herî xizan ên cîhanê ye, ji ber şerê navxweyî krîza însanî ya her diçe mezin dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst