Tirkiyê Eyn Îsa topbaran kir

03-04-2022
RÛDAW
Nîşan Eyn Îsa Tirkiye Reqa Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kirin û çend top li nav gundê el-Mişêrfe yê li rojhilatê bajarok ketin.

Li gor çalakvanên xwecihî, ev du roj in hêzên Tirkiyê bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran dikin, di nav de çend top li nav gundê el-Mişêrfe yê li rojhilatê bajarok ketine,l ê heta niha ti zanyarî li ser zerar û ziyanan nehatine dayîn.

Roja 2ê Nîsanê hêzên Tirkiyê navçeyên bakurê Reqayê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lê dimînin topbaran kirin, di nav de gundê Mieleq û Kampa Eyn Îsa li bakurê Reqayê.

Eyn Îsa

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst