Li Rojava Cejna Paskalya wek bêhnvedana fermî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê roja Cejna Paskalya wek bêhnvedana fermî ragihand.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê, biryarnameyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser, sibe roja Yekşemê, ji boneya Cejna Paskalya, wek bêhnvedana fermî hatiye ragihandin.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Bi boneya Cejna Fisih El-Xerbî (Paskalya) tevahî saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja yekşemê (04.04.2021) betlane ye, ji bilî daîreyên ku divê karê xwe dewam bikin. Divê tevahiya kesên têkildar vê biryarê pêk bînin.”