Xelkê Dêrûna Axê gundê xwe bi dar û ber dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Dêrûna Axê gundekî devera Aliyan a Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê ye û nişteciyên wê mil dane milê hev  gundê xwe bi dar û ber dikin û heta niha bi hezran şitlên daran çandine.

Xelkê Dêrûna Axê bi karekî xwebexş û hevbeş rabûn, û gundê xwe bi dar û ber dikin û sîmayên jiyana berê lê vedigerînin. Gundiya, mil dane milê hev, û zendên xwe hildane, û dest bi çandiniya bi hezaran şitlên daran dikin, û gundê xwe dixemlînin, ewê careke din gundê xwe kesk û şên bikin.

Xelkê gundê Dêrûna Axê yê navçeya Aliyan li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê gundê xwe kesk û geş dikin. Bi şêweyekî xwebexş, gundî ji hemû çîn û temamên milkên xwe hil kirine û dest bi çandiniya bi hezar dar û derxan li derdora gundê xwe kirine.

Zarok, pîremêr û ciwan bi yekdestî jiyanê li damarên gundê xwe vedigerînin.

Ji bilî derdor û kolanên gund, gundiyên Dêrûna Axê goristana gund jî bi dar û ber dikin. Ew hestiyên bav û kalên xwe li jêr axa vî gundê kevnare bi dar û berên şîn şad dikin.

Gundên wê navçeyê, bi çem, rûbar, kanî û dehl û baxçe bûn. Lê salên zuhayî û kêmbaraniyê, gelek ji wan gundan ji dar û şênkatiyê rût kiribûn. Gundiyan biryar daye ku bi çend projeyan jiyan û sîmayên sirûştî yên caran li gundê xwe vegerînin.

Gundê Dêrûna Axê yek ji kevintirîn cihê avakirinê li navçeya Aliyan e. Polikên ku lê hatine dîtin vedigerin pêş zayinê. Herwiha nivîsandinên ku li ser goristanên wê hatine dîtin temenê wan bêhtirî 500 salî ye. Ew gundê di warê aborî de geş bûye û bûye xwedî bazar.