Emîrê DAIŞê yê destê wî di şehîdkirina 200 Pêşmergan de heye hat girtin

03-04-2020
RÛDAW
Mehmûd Xurşîd, berpirsê grûpên Fetih û Qadisiye yên DAIŞê bû
Mehmûd Xurşîd, berpirsê grûpên Fetih û Qadisiye yên DAIŞê bû
Nîşan Mehmûd Xurşîd Emirê DAIŞê Qeretepe Gulale DAIŞ Pêşmerge El Qaîde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmûd Xurşîd nasnav bi Ebu Elî ku yek ji metirsîdartirîn çekdarên DAIŞê ye, hat desteserkirin. Berpirsekî asayişê jî diyar dike ku destê wî di şehîdkirina zêdetir ji 200 Pêşmergan de heye.

Berpirsê grûpên Fetih û Qadisiye yên DAIŞê bû, beşdarî li hemû wan êrişan kiriye ku DAIŞê li sînorê Gulale û Qeretepe li dijî Pêşmerge encam dane. Bi gotina asayişê, “destê wî çekdarî bi xwîna zêdetir ji 200 Pêşmerge sor e.”

Newşêrwan Ehmed, Berpirsê Asayişa Germiyanê, derbarê wî berpirsê desteserkirî yê DAIŞê de dibêje, “Li gel komelek çekdarên din şer li dijî DAIŞê kiriye.Berî niha peywendiya wî li gel El Qaîdê hebûye û bi hatina DAIŞê bûye endamê wê rêxistinê. Di şerên Gulale, Tatran û Qeretepe de, li dijî Pêşmerge şer kiriye.”

Mehmûd Xurşîd piştî ku DAIŞ  têk çû, li herêma Cebare ku di bin kontrola Artêşa Iraqê de, bicih bûye, berî mehekê jî bi pasaporteke sexte, hatiye bajarokê Rizgarî li devera Germiyanê û xwe wekî kesekî kor daye nasîn.

Ew çekdarên DAIŞê ku ji aliyê asayişa Germiyanê ve hatiye desteserkirin, di yekem îfadeya xwe de got, “Di nav refên El Qaîdê de yekem car min li dijî hêzên Amerîkî şer kir. Sala 2008 El Qaîde nema. Piştî ku DAIŞ hat, min peywendî li gel wan danî û li navçeyên Keşkewl, Cumeyle û Bahizeyê, heta destpêkirina êrişên Hevpeymanan min pêdawîstiyên lojîstîkî digihand çekdarên DAIŞê.”

Mehmûd Xurşîdê 52 salî, xelkê gundê erebnişîn ê Tatran ye li Qeretepê û bû 11mîn berpirsê DAIŞê ku di heyama 3 mehan de ji aliyê asayişa Germiyanê ve hatine desteserkirin. 3 ji wan berpirsên DAIŞê yên hatine destesekirî, di pileya Emîr de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst