Dibe ku dadgehkirina DAIŞiyan bisalan dirêj bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Avakirina dadgeheke navdewletî ya taybet bi çekdarên DAIŞê yên di zindanên Rêveberiya Xweser de, di rojevê de ye. Rêveberiya Xweser daxwazê ji welatên biyanî dike ku çekdarên ji wan welatan werbigrin, lê heta niha ew welat xwedî li çekdarên xwe dernakevin û wergirtina wan red dikin.

 

Rêveberiya Xweser daxwazê ji Civaka Navdewletî dike ku dadgeheke taybet bi çekdarên DAIŞê bê damezrandin, da ku çekdarên DAIŞê weke tawanbarên şer bêne dadgehkirin.

 

Derbarê vê yekê de Hevserokê Encumena Zagonsaz li Herêma Cizîrê Hisên Ezam diyar kir ku çekdar ji her alî ve li ser wan bareke giran e, û wiha got: “Pêwistiyên wan ên xwarin, bejîşkî û ewlehiyê hene. Em ji ber wan gelek zehmetiyan dikêşînin.”

 

Bi hezaran ji çekdarên biyanî li ba HSDê ne,loma kesên mafnas dibêjin divê ev dadgeh ji aliyê Neteweyên Yekbûyî bê damezrandin, daku bikaribe hemû hûrgiliyên girêdayî rêxistina DAIŞê bişopîne.

 

Di salên derbasbûyî de bi serpereştiya Netewên Yekbûyî, çendîn car dadgehên navdewletî hatine damezrandin, lê dadgehên bi vî awayî pêdîviya wan bi demên dirêj hene, ku hin caran 15 salan dirêj dike.

 

Rêveberiya Xweser çend caran ragihandiye ku hejmara mezin a çekdarên DAIŞê ji şiyanên wan mestirin, lewma divê alîkariyeke navdewletî ji bo çareserkirina vê doseyê hebe.

 

Li gorî zanyariyan, hejmara kesên ji malbatên wan çekdaran, ji jin û zarokên DAIŞiyan herwiha welatiyên sivîl ji koçberên Rojhilatê Ferat û Baxozê, gihiştiye nêzîkî 73 hezar kesî, li nav Kampa Holê hene.

 

Ew hemû çekdar, li Kampa Holê û girtîgehên Rêveberiya Xweser hatine bicihkirin. Ji wan jî nêzîkî 32 hezar kes ji malbatên çekdarên DAIŞê yên sûrî ne. Herwiha nêzîkî 12 hezar jin û zarokên DAIŞê yên biyanî ji welatên cuda cuda ne.