Galeriya wêneyan

03-04-2019
30 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, îro 14emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê hate vekirin.

Di merasîma vekirina 14emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê de, siyasetmedarê Iraqî Eyad Ellawî, Serokê Dezgeha Meda ya Iraqê Fexredîn Kerîm, Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq û Parêzgarê Rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek rayedar û kesayetên din jî amade bûn.

Herwiha 300 weşanxane ji 21 welatên cîhanê, bi zêdetirî 1 milyon pirtûkan beşdarî vê pêşangehê bûne û heta 13ê Nîsana 2019an berdewam dibe.