Hêviya weşanxaneyên Bakur ji Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê mezin e

03-04-2019
Ali Güney
Nîşan Pêşangeh Pirtûk Hewlêr Avesta Nûbihar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê îro 14emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê hat vekirin, ku ji 21 welatan 300 weşanxane beşdar in, herwiha ji Bakurê Kurdistanê weşaxaneyên Nûbihar û Avesta jî li pêşangehê standên xwe vekirin.

 

Li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ku ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin, zêdetirî milyonek pirtûk dê derkevin pêşberî xwendevanan.

 

Nûnera Weşanxaneya Avestayê Songul Keskin ji Rûdawê re ragihand: “Ev cara duyem e ku em tên Hewlêrê, dema cara ewil em hatin, em mat man. Me gelek kêm pirtûk anîbûn, lê em pir memnûn bûn, gelek baş derbas bûbû. Me hewl da ku îsal gelek pirtûkên ku çapa wan bi dawî bûye bînin.”

 

 

Songul Keskin eşkere kir: “Nêzîkî 600 pirtûkên me hene, piraniya weşanên me li ser Kurd û Kurdistanê ne, ji bilî wan li ser felsefe, sosyolojî û bi zimanên Kurdî û Tirkî pirtûkên me yên helbestê hene. Pirtûkên me yên ku me bin şêst – heftê cure bi navên cuda derxistine hene. Weşanxaneya me di sala 2018an de 25 pirtûkên Kurdî çap kirin.”

 

"Bi pêvajoya çareseriyê, Kurdî deh gav pêşve çû"

 

Keskin bal kişande ser wê yekê ku li Tirkiyê di pêvajoya çareseriyê de ku di navbera 2009 – 2015an de bû, hejmara pirtûkên Kurdî zêde bûye û got: “Du salên destpêkê yên pêvajoya çareseriyê gelek baş bûn, ez dikarim bibêjim ku Kurdî deh gav pêşve çû. Dema em bi zimanên din ên li cîhanê bidin ber hev, dibe ku biçûk were dîtin, lê ji bo Kurdî ev pêşketin gelek baş bû. Wê demê her kes dixwest pirtûkên Kurdî bixwînin, beşa Kurdî vebû. Lê bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, Kurdî wisa derbeyek xwar ku deh gav pêşketibû, lê bîst – sî gav paşve çû. Mirov êdî ditirsiyan bi Kurdî biaxivin.”

 

Nûnera Weşanên Avestayê destnîşan kir ku eleqeya ji bo zaravayê Kurmancî zêde bûye û got: “Ez ji bo beşdariya festîvalê di sala 2012an de hatim Kurdistanê, ji me dipirsîn ku çima pirtûkên we bi alfabeya Latînî ye. Lê par dema em beşdarî pêşangehê bûn, em rastî berevajî vê yekê hatin. Gelek kesên ku dixwestin fêrî Kurmancî bibin an jî dixwestin pirtûkên Kurmancî bikirin, serdana standa me kirin. Vê yekê ez gelek matmayî hiştim.”

 

 

 

Edîtorê Weşanên Nûbiharê Huseyn Şemrexî jî diyar kir: “Em di sala 2013an de beşdarî pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê bûbûn. Wê demê beşdariya weşanxaneyên ku pirtûkên Kurdî çap dikirin kêm bû. Di heman demê de eleqeyeke mezin jî ji bo pirtûkên ku bi alfabeya Latînî hatine nivîsandin tine bû. Lê belê di sala 2017an de dema em beşdarî pêşangeha pirtûkan bûn, em rastî dîmeneke neçaverêkirî hatin, eleqeya ku ji bo pirtûkên Kurdî yên ku bi alfabeya Latînî hatine nivîsandin, gelek zêde bû. Me gelek pirtûkên ku anîbûn pêşangehê firotin û em neçar man ku pirtûkên nû bînin. Bêguman pirtûkên ku nehatin firotin jî hebûn, ji ber ku mijara sernavê bala xwendevanan dikşîne, weke mînak li Hewlêrê pirtûkên helbestan nayên firotin, eger hûn bipirsin çima; kesekî/e ku ji helbestan hez dike, tevî hebûna pirtûkên Soranî, çima pirtûkên helbestan ên Kurmancî bikire. Piranî lêkolîn, zimanê Kurdî û dîroka wî, mijarên li ser rojevê û bi giranî pirtûkên jînenîgariyê têne hilbijartin. Me di sala 2017an de pirtûkên bi vî rengî gelek firotin.”

 

Li pêşangehê pirtûkên xwedî mijarên tundrewî qedexe ne

 

Rêvebera Giştî ya Weşan û Ragihandinê ya li Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê Nîan Ehmed Mihemed diyar kir ku li pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê zêdetirî milyonek pirtûk têne pêşandan.

 

Nîan Ehmed Mihemed destnîşan kir: “Me bi hewayeke kultûrî îro 14emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê vekir. Ji 21 welatan 300 xwendevan beşdar bûn. Tevî bi zimanên Erebî, Farisî, Tirkî û Îngilîzî, zêdetirî milyonek pirtûk li pêşangehê têne pêşandan. Me bi baldarî hewl da ku pirtûkan hilbijêrin, me 100 pirtûkên ku têde tundrewî hebû qedexe kirin.”

 

 

Mihemed herwiha eşkere kir ku di Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê de piranî pirtûkên olî têne firotin.

 

14emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê dê heta 13ê Nîsana 2019an berdewam bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst