Bi amadebûna serok Barzanî pêşangeha pirtûkan li Hewlêrê hate vekirin

03-04-2019
RÛDAW
Îro 14.mîn pêşangeha navdewletiya pirtûkan a Hewlêrê dest pê kir.
Îro 14.mîn pêşangeha navdewletiya pirtûkan a Hewlêrê dest pê kir.
Nîşan Kurdistan Hewlêr Pêşangeha pirtûkan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi amadebûna serok Mesûd Barzanî, îro 14.mîn pêşangeha navdewletiya pirtûkan li Hewlêrê hate vekirin.

 

Di merasima vekirina 14.mîn Pêşangeha Navdwletiya Pirtûkan a Hewlêrê de, siyasetmedarê Iraqî Eyad Ellawî, Serokê Dezgeha Meda ya Iraqê Fexredîn Kerîm, Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq û Parêzgarê Rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek rayedar û kesayetên din jî amade bûn.

 

Herwiha 300 weşanxane ji 21 welatên cîhanê, bi zêdetirî 1 milyon pirtûkan beşdarî vê pêşangehê bûne.

 


Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê Îhab El-Qeysî ji Rûdawê re ragihand, ji 21 welatên cîhanê zêdetir ji 300 weşanxane di pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê de beşdar in.

 

Îhab El-Qeysî amaje bi navê hin welatan kir ku weşanxaneyên wan di pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê de beşdar in û got, ji welatên weke Misir, Sûriye, Lubnan, Urdun, Tirkiye, Îran, Brîtanya, Hindistan, Almanya, Îtalya û çend welatên din, weşanxane tevlî pêşangeha Hewlêrê bûne.

 

Li gor agahiyan, herwiha 42 weşanxane ji Başûrê Kurdistanî û 7 weşanxane jî ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî di 14.mîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê de kirine.

 


Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê da xuyakirin, di pêşangeha Hewlêrê de herwiha bi beşdariya zêdetir ji 100 kesayetên rewşenbîr û akademîsiyen ji navxwe û derveyî Kurdistanê û Iraqê, dê zêdetir ji 80 semînar û çalakiyên rewşenbîrî yên cor bi cor bêne encamdan.

 

Çardehemîn pêşangeha navdewletiya pirtûkan a Hewlêrê îro dest pê kir û dê heta 13ê Nîsanê berdewam be û bi hezaran navnîşanên pirtûkan têde têne nimayişkirin.

 

Pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê her sal di meha Nîsanê de tê vekirin, lê belê sala bihorî ji ber qedexeya li ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê, ew pêşangeh bo dema çend mehan paş ketibû û di meha Cotmehê de hatibû vekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst