Xezalên Rihayê dê bibin xemla Çiyayê Cûdî

Navenda Nûçeyan – Rêveberê  Herêma 3yemîn ê Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî yê Wezareta Karûbarên Daristan û Avê Îsrafîl Erdogan ragihand ku heger wezaret destûrê bide, ew dixwazin xezalên kovî yên li Qada Pêşxistina Jiyana Kovî li Kizilkuyu tên xwedîkirin, li çiyayên Mêrdîn û Şirnexê berdin çolê.


Rêveberê  Herêma 3yemîn ê Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî yê Wezareta Karûbarên Daristan û Avê Îsrafîl Erdogan bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew, xezalên ku li Qada Pêşxistina Jiyana Kovî li Kizilkuyu tên xwedîkirin car carî berdidin çolê ku heta niha nêzîkî hezarî xezal hatine azadkirin.




Erdogan destnîşan kir, ji ber ku herêm nêzîkî warên însanan e, xezal car caran dikevin xetereyê û xezalên ku tên berdan, li hev zêde dibin û herêm jî têra xwe tijî xezal bûye.


Erdogan bal kişand ku xezal bi taybetî jî di serdema zayînê de ji bo 24 saetan di bin kontrola tîman de dimînin û herwiha xebatên parastinê bi awayekî hesas tên meşandin.




Rêveberê  Herêma 3yemîn ê Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî yê Wezareta Karûbarên Daristan û Avê di haman demê de diyar kir ku zivistanê, çaxa berf dikeve ew ji bo ajalan hestû, giya û ka datînin çolê.


Erdogan amaje bi wê yekê kir ku Wezareta Karûbarên Daristan û Avê ya Tirkiyê destûrê bide dê hejmareke xezalên kovî yên li Qada Pêşxistina Jiyana Kovî li Kizilkuyu tên xwedîkirin li çiyayên Mêrdîn û Şirnexê berdin çolê.Li herêma Şirnêxê, cihê ji bo jiyana ajalên kovî herî guncav Çiyayê Cûdî ye.