Xelkê Efrînê ji erebkirin û tirkmenkirina herêma xwe ditirsin

03-04-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîm Erebkirin Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 3ê salan de, tevahiya koçberên ku bi rêkeftin di navbera hikûmet û opozisyona Sûriyê de ji deverên cuda yên Sûriyê têne derxistin, ji bo Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê têne veguhestin. 



Kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyonê ve, deriyê vê herêma Rojavayê Kurdistanê li pêş van koçberan vekiriye.

 

Niha metirsiyek cidî li ser demografiyaya Efrînê heye û nişteciyên wê ji bierebkirin û bitirkumenkirina herêma xwe ditirsin.

 

Basên tejî koçber ji nava Xûteya Rojhilata Şamê, Homsê, Zebedanî, Dareya, Heleb û her devereke din ji Sûriyê derdikevin berê wan li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ye. Rengê basan çi reng be berê wan li heman deverê ye, Bakurê Sûriyê, bi taybet jî ji Cerablusê heta Idlibê.

 

Di navbera Cerablusê li rojhilat û Idlibê de, herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ketiye jêr fişara guhertina Demografîyê.

 

Ji deme ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve herêma Efrînê kontrol kirine, bi hezaran Ereb û Tirkmen li Herêma Efrînê hatine bicîkirin.

 

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku nêzî 130 hezar Ereb û Tirkmenên Xûteya Rojhilat, gundên Hemayê û Idlibê û Ezazê li bajarê Efrînê û gundên wê hatine bicîkirin.

 

Lê Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Dr. Ehmed Silêman ji Rûdawê re diyar kir ku ev hejmar hatiye mezinkirin û ne rast e.

 

Li gorî Silêman, derdora 20 heta 25 hezar biyanî li herêma Efrînê hatine bicîkirin û bi gotina wî piraniya wan malbatên çekdarên Artêşa Azad in.

 

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji deverên cuda cuda yên herêma Efrînê bi dest xistin, malbatên Ereb û Tirkmen li her yek ji bajarê Efrînê, bajarokê Cindirêsê, gundên Mihemediyê, Basûfanê, Qitmê, Kaxurê, Qurnê, Meydan Ikbisê, Mosaka, hatine bicîkirin.

 

Li tevahiya gund û bajarokên ku çekdarên opozisyonê li wan bi cî bûne, malbatên xwe li wan gundan niştecî kirine.

 

Li gorî zanyariyan, rojane nêzîka 500 koçberên Xûte, Hema û Idlibê li herêma Efrînê tên bicîkirin.

 

Li hember jî, çavkaniyekê ji nav koçberên Nibilê ji Rûdawê re da zanîn ku çekdarên opozisyonê û bi serpereştiya artêşa Tirkiyê rê li pêş vegera koçberên Efrînê digirin.

 

Çavkaniyê diyar kir ku roja Yekşemê (29.03.2018) hezar û 200 otomobîl li ser rêbendê rawestiya bûn lê tenê 60 otomobîl derbas kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst