Derhênerê Kurd xelata fîlma xwe bo Kemal Kurkut diyarî kir

Navenda Nûçeyan – Derhênerê fîlma ‘Kurdistan Kurdistan’ê Bulent Gunduz, xelata ku di Festîvala Fîlman a Multî Çand a Amerîkayê de wergirt, bo Kemal Kurkut diyarî kir.

 

Kemal Kurkut xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Înonuyê bû. Di Newroza 2016an de ji bajarê Meletiyê çûbû Amedê. Kurkut dema ku dikete qada pîrozbahiya Newrozê, bi hinceta ‘di çenteya wî de kêr heye’ ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

 

Derhênerê kurd Bulent Gunduz ku li Parîsê dijî, bi fîlma xwe ya “Kurdistan Kurdistan” beşdarî Festîvala Fîlman a Multî Çand a Amerîkayê bû û xelat wergirt.

 

Bulent Gunduz ji bo ku xelata xwe werbigre derkete ser dikê û got: “Ez vê xelatê bi ser navê xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di roja Newrozê de li Amedê ji aliyê polîsan ve hate kuştin werdigrim.”

 


Gunduz beriya vê jî, xelatên ku ji bo fîlmên wî jê re hatibûn dayîn, diyarî kiribû bo zarokê ji Kobaniyê Alan Kurdî yê 3 salî ku di nav Deryaya Egeyê de xeniqî bû û termê wî derketibû qeraxa deryayê û herwiha diyarî kiribû bo Cemîle ya 10 salî ku li Cizîrê di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû.

 

Fîlma ku beşdarî gelek festîvalan bûbû, di Festîvala Fîlman a Serbixwe ya Los Angelesê de du xelat bi hev re wergirtibû.