Li Îlam a Rojhilatê Kurdistanê 4 erdhej

Navenda Nûçeyan - Rêveberiya Kontrolkirina Krîzan a Parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, 4 Erdhej li deverên Mûsiyan û Mûrmûrê çêbûne, lê ziyanên wan nebûne.

 

Bi gotina Rêveberê Giştî yê Navenda  Kontrolkirina Krîzan a Îlamê Ehmed Kerîmî, îro saet 11:00 û 13:00 şeva rabihorî, erdhejekê 3 Rîxterê devera Mûrmûrê hejandiye.

 

Herwiha saet 01:12 ê danê sibehê jî, erdhejeke 2 Rîxterî Mûsiyan hejand.

 

2 erdejên din jî di danê berbangê de li Mûsiyanê çêbûn, lê bi giştî ti zirarek di encama wan erdhejan de nebûye.