HEWLÊR – Li kampa penaberan zarokê xeniqî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva din zarokekî temen 7 salî li kampa penaberan ya Dareşkiranê ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê xeniqî hat dîtin.

Li dûrî 2 kilometreyan kampa Dareşkirina duh şev zarokî 7 salî ku endamê malbateke ji Dêrîka Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye bi awayekî xenqî hate dîtin.

Di derbarê şêwazê mirin an jî kuştina wî zarokî penaber de, polîsê Hewlêrê dest bi lêkolînê kirine.

Malbata wî zarokî li bendê ne ka dê çi ji wê lêkolînê derkeve.