Encumena Asayişa Kurdistanê ew bûyer piştrast kir

03-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê nûçeya kuştina kujerê şehîd Hucam Sûrçî piştrast kir.

Şeva borî Rûdawê ji zarê çend jêderan nûçeya kuştina kujerê şehîd Hucam Sûrçî belav kiribû, ev nûçe ji aliyê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ve hat piştrastkirin.

Encumena Asayişê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, şeva borî saet 8:45, li taxa Qahîre ya Mûsilê çekdarê kurd ê DAIŞê Muwefeq Esed Eskender hat kuştin.

Hat gotin ku du çekdarên din jî pê re birîndar bûne.

Hucam Ebdulrehman Sûrçî, ku sala 1970ê li gundê Berdesorê yê devera Berdereşê ya Başûrê Kurdistanê ji dayîk bibû, roja 25ê Çileya îsal li taxa Erebî ya Mûsilê ji aliyê çekdarê kurd ê DAIŞê Muwefeq Esed ve hatibû şehîdkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst