Kurdekî Efrînê li ser sînorê Tirkiyê hat kuştin
Efrîn (Rûdaw) – Kurdekî devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser sînor ji aliyê cendirmeyên tirk ve hat kuştin.
Welatiyê bi navê Ebdo Hesen, duh dema dixwest derbasî aliyê Tirkiyê bibe rastî êrişa cendirmeyên tirk hat û bi giranî birîndar bû. Ebdo Hesen îro danê êvarê ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Çend hefte ne Tirkiyê sînorê xwe bi Sûriyê re girtiye û çûnûhatin di navbera her du aliyan de nemaye.
Rojane bi sedan kes ji aliyê Sûriyê di riya Bab El-Selame re derbasî Tirkiyê dibûn lê niha ew derî hatiye girtin, ji ber vê yekê êdî xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî nikarin bi fermî derbasî Tirkiyê bibin.
Niha ji bo ku xelk bi hesanî derbasî Tirkiyê bibe, gellek kes berê xwe didin navçeya Ezazê û di riya Hewar Kilisê re derbas dibin. Ew dever di bin destê çekdarên Cebhet El-Nusre de ye û hin caran jî welatiyên Efrînê ji aliyên çekdarên wê rêxistinê ve tên girtin.
Li aliyê Ezazê, her kesek bi 100 lîreyên tirkî (nêzîkî 50 dolar) derbas dibe, lê li Efrînê rewş zehmetir bûye.